14:57 22 Gulan 2018
    Pira Bogaziçi ya Stenbolê (Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê)

    Li Pira Bogaziçi ya Senbolê çalakiyek hat lidarxistin, bo demekê çûnûhatin rawestiya

    © AP Photo / Emrah Gürel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Pira Bogaziçi ya Stenbolê (Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê) kesekî ku ji xwe re digot ‘gazî’ û hatiye ‘şêlandin’ çalakiyek lidarxist. Çalakvanê ku gule reşandine hewayê paşê xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.

    Li pira yekemîn a Bogaziçi ya Stenbolê kesekî ku ji xwe re dibêje 'gazî'  û hatiye 'şêlandin' çalakiyek lidarxist. Wesayîta xwe li ser pirê park kir û gule reşandine hewayê. Çûnûhatina wesayîtan ji hêla Ewropayê bo Anadoluyê demekê rawestiya.
    Piştî hewildanên qanîkirinê çalakva xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.

    Hat diyarkirin ku, ji ber ku çalakvan hatiye şêlandin xwestiye çalakiyeke wiha lidarbixe û dengê xwe bilind bike.

    Piştî ku çalakvanê çekdar radestî hêzên ewlehiyê bû çûnûhatina wesayîtan destpê kir û rewşa trafîkê ji nû ve asayî bû.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo bûyerên li Tirkiyeyê welatiyên xwe hişyar kirin
    Dansoza ku ji ber ‘seksîbûna zêde' hatibû desteserkirin, hat berdan
    HSD: Me NHBiyeke ku Erdoganî îmze kiribû xist xwarê
    “Biryara ‘IOC’ ya di derbarê werzîşwanên Rûsî de mueyîde ye”
    Etîketan:
    Trafîk, Çalakî, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de