02:30 25 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê

    TSK: Ji destpêka operasyona Efrînê û heta niha bi tevahî 31 leşkeran can da

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 01

    Artêşa Tirkiyeyê daxuyaniyek da û eşkere kir ku ji destpêka operasyona Efrînê û ta niha 31 leşkeran can dane û 143 leşker jî birîndar bûne.

    Artêşa Tirkiyeyê (TSK) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de destnîşan kir ku ji destpêka operasyona Efrînê û ta niha bi tevahî 31 leşkeran can dane. Herwiha TSK diyar kir ku di operasyona Efrînê 143 leşker jî birîndar bûne.

    Ji aliye din ve TSKê îdia kir ku di operasyonan de herî kêm 1369 şervan hatine bêbandor kirin.

    Herwiha Malpera Syrian Civil War Map teqez kir ku di şerê Efrînê de 33 leşkerên tirk, ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 113 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve jî malper radighîne ku 197 kesên sivî jî bûne qurbaniyên şer.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
    Ozçelik: Êrîşên li ser Efrînê li dijî mirovahiyê ye, li dijî hebûna miletê kurd ê mazlûm e
    HDP: Destwerdana Efrînê metirsiya şerê kurd û tirk zêdetir dike
    Artêşa Misirê: Li nîvgirava Sînayê 16 milîtan hatin kuştinê
    Karwanek nû ya Artêşa Tirkiyê gihişt Idlibê
    Artêşa Sûriyê: Me Hema û Heleb bi temamî ji DAIŞê paqij kir
    Artêşa Misrê li dijî terorê dest bi operasyoneke berfireh kir
    Etîketan:
    Operasyona li dijî Efrînê, Daxuyanî, TSK, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de