22:07 19 Nîsan 2018
    Polîs-Operasyon

    Ji ber rexnekirina operasyona Efrînê 666 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Wezareta Navxwe yî ya Tirkiyê ragihand ku di 5 û 12ê meha Sibatê de bi hinceta li ser medyaya civakî operasyona Efrînê rexne kirine û tevlî çalakîyan bune 666 kes hatine binçavkirin. Di heman operasyonan de gelek sîyasetmedarên muxalif jî hatin binçavkirin.

    Wezareta Karên Hindir a Tirkiyeyê bilançoya binçavkirinan a 8 rojan aşkere kir. Li gorî daxuyanîya wezaretê di navbera 5 û 12ê meha Sibatê hezar û 53 operasyon hatîye li darxistin û bi tevahî 4 hezar û 972 kes hatine binçavkirin. Di heman bîlançoyê de hejmara kesên ku ji ber rexnekirina operasyona Efrînê hatine binçavkirin jî cîh digire. Li gorî daxuyanîya wezaretê ji destpêka operasyona Efrînê heta aniha 474 kes ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî bi hinceta ‘pesindayina rêxistinê' kirine û 192 kes jî ji ber ku tevlî çalakiyên şermezarkirina Efrînê bune hatine desteserkirin. Her wiha ji ber operasyona Efrînê di nava 8 rojan de 666 kes hatine desteserkirin.

    7 SİYASETMEDAR 4 ROJE DI BINÇAVAN DE NE

    Ji ber rexnekirina operasyona Efrînê gelek sîyasetmedar jî hatin binçavkirin û girtin. Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Alîkara Hevserokên Giştî ya DBPê Hacer Ozdemir, Hevberdevka Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, Hevberdevkên Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir Naci Sonmez û Eylem Tuncaeli, Wekîla Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fadime Çelebi û Hevserokê Giştî yê Partiya Ji Nû Ve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya li Stenbolê hatin binçavkirin. Her wiha li Îzmîrê jî polîsan avêt ser mala Hevberdevka HDKê Gulistan Kiliç Koçyigit û der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay de jî biryara binçavkirinê hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî van binçavkirinan dan.

    HEVSEROKÊ GIŞTİ YÊ DBPÊ ARSLAN HAT GIRTIN

    Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Ali Arslan jî bi hinceta axaftinên xwe yên têkildarî operasyona Efrînê daxuyanî da di 7ê Sibatê de hat girtin. Bi girtina Arslan herdû hevserokên giştî yên DBPê ketin girtîgehê. Arslan, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya parêzerên xwe peyam şand. Arslan, di peyama şand de wiha got: "Gelek siyasetmedarên muxalifên AKPê hatin binçavkirin û girtin. Di xwazin bi êrîşa li ser Efrînê, siyaseta bakur teslîm bigirin. Hem ji derve û hem jî di hûndir de, dê biryardariya têkoşîna me ya li dijî faşîzma AKP'ê berdewam bike. Ev êrîş dê tu carî nekarin moral û wêrektiya berxwedana me bişkînin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Pûtîn derbarê îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya li Idlibê axivî
    Di derbarê Buldan û Onder de lê pêrsîn
    Tirkiye: An têkiliyên me yên bi Amerîkayê re baş bibin an jî bi temamî xirab bibe
    Murad Ciwan: Berxwedana Efrînê dibe birîneke navneteweyî
    Heyeta Parlamanetoya Kurdistanê bo Efrînê: Em ê piştgiriyê bidin
    Etîketan:
    binçavkirin, operasyon, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de