14:46 19 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Tirkiye: An têkiliyên me yên bi Amerîkayê re baş bibin an jî bi temamî xirab bibe

    © REUTERS / Yiannis Kourtoglou
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevkut Çavuşoglu derbarê hevdîtina xwe yê bi hevkarê xwe yê amerîkî Rex Tillerson ya roja pênçşemê de axivî û diyar kir ku, "An têkiliyên xwe baş dikin, an jî bi temamî xirab bibe."

    Çavuşoglu got: "Daxwaz û hêviyên me ji Amerîkayê zelal in. Edî em wad naxwazin, gavên berbiçev dixwazin. Ji bo axaftina hin mijaran divê pêbaweriya me ji nû ve were avakirin. Tirkiye li ti döşteki xwe şaşî nekiriye. Lê me ji Amerîkayê şaşiyên cidî dîtin. Amerîka sozên ku dan me negirtin. Êdî em soz ne, gavên berbiçev dixwazin. Ez ê ji Tillerson vê daxwazî bikim. An têkiliyên me baş dibin anjî bi temamî xirab dibin."

    Wezîrê tirk wiha pê de çû: "Bi taybetî li çolistanên nêzî sînorê Iraqê DAIŞî hene û ji bo hevkariya bi YPGê re bi zanebûn qarişî wan DAIŞîyan nabin. Em niha him ji bejahî him jî ji hewan ve wan paqij dikin, eger Amerîka berpirsyariya xwe bicih neyne, em ê heta Minbic û Rojhilatê Çemê Firatê biçin. Em ê axa Sûriyeyê ji van terorîstan paqij bikin û Efrînê radestî gelê Sûriyeyê bikin."

    Bi heman mijarî:

    'Wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê li hev dicivin'
    Murad Ciwan: Berxwedana Efrînê dibe birîneke navneteweyî
    Heyeta Parlamanetoya Kurdistanê bo Efrînê: Em ê piştgiriyê bidin
    Yaşar Okuyan bo Bahçeli: Tu hîn newêre li balafirê siwar bibe
    Wezîrê Derve yê Fransayê piştî Bexdayê serdana Kurdistanê dike
    Etîketan:
    operasyon, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de