19:31 20 Nîsan 2018
    Rex Tillerson - Mevlüt Çavuşoğlu

    Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Rex Tillerson ji bo hin mijarên di rojevê de wê bê Tirkiyeyê. Tê payin ku di rojeva Tillerson de ‘Efrîn û mafê mirovan' heye. Wezîrên herdu dewletan ewil li Kuweytê wê bên ba hev, di civîna li Kuweytê de mijar pakijkirina DAIŞê û li herêmê avakirina aramiyê ye.

    Piştî destpêkirina operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê di navbera DYA û Tirkiyeyê de daxuyaniyên tund hatin dayin. Wezîrên Karên Derve yên herdu dewletan di bin vê atmosferê de wê hevdîtinekê pêk bînin. Herdu wezîr ewil li Kuweytê wê bên ba hev, di civîna li Kuweytê de mijar pakijkirina DAIŞê û avakirina îstîkrarê ye.

    Li gorî nûçeya Cumhuriyetê piştî axaftina bi telefonê ya Serokê DYAyê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo rakêşiya navbera herdu dewletan kêm bibe Berdevkê Ewlekariya Netewî ya DYAyê McMaster û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê İbrahin Kalin hatin ba hev. Piştî hevdîtinê hat daxuyankirin ku beriya serdana Tillerson mijarên ku wê bên guftokirin hatin eşkerekirin. Di rojeva wezîrê amerîkî de ‘mafê mirovan û Efrîn' heye. Ji aliyêdin ve tê payin ku Tillerson wê mijara hemwelatiyê amerîkî yê keşîş Brunso, pîlotê NASAyê Serkan Gole û lêpirsîna derbarê xebatkarên konsolxaneya DYAyê jî bîne rojeve.

    Bi heman mijarî:

    ‘Tillerson di serdana Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were'
    Tillerson û şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê serdana Tirkiyeyê dikin
    Çavuşoglu û Tillerson li ser Efrînê peyivîn
    Barzanî li ser civîna xwe yê bi Ebadî û Tillerson re de daxuyanî da
    Tillerson ji bo îdîaya Çavuşoglu: Min ti tişt pêşniyarî nekiriye
    Etîketan:
    Tillerson, Tirkiye, Efrîn, cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de