03:10 23 Nîsan 2018
    Girtîgeh / Zîndan / Heps

    Serê mehkûmê ku li dijî operasyona Efrînê derket hat şikandin

    © AP Photo / Francois Mori
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê mehkûmê ku li dijî operasyona leşkerî ya Efrînê derket ji aliyê du mehkûman ve hat derbkirin.

    Kemal Kiliçdaroglu
    © Foto : Navenda Giştî ya CHPê
    Hefteya borî li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, li gor îdîayan mehkûmê bi navê A.Z.B ku dema televîzyon vekirî bû sivîkatî li leşkeran kir û li dijî operasyona leşkerî ya Efrînê derket ji aliyê B.U û Ş.K ve hat derbkirin.

    A.Z.Byê ku di girtîgehê de rastî êrişa hat di axaftina xwe de ragihand ku ji bo di mijara operasyona Efrînê de em ne wek hev difikirîn rastî êrişê du mehkûman hatim û min derb kirin.

    A.Z.B li Nexweşxaneya Dewlet a Ataturkê tê dermankirin û li gor agahiyan serê wî di çend cihan de şikestiye. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Cerdevan jî diçin operasyona Efrînê'
    Leşkerekî tirk li Efrînê hat kuştin
    TSK: Li Efrînê 7 leşkeran can da, 4 jî birîndar bûn
    Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
    YPG: Tirkiye li bendê bû ku Efrînê di hefteyekê de bigirta
    Erdogan: Li Efrînê helîkoptereke me hat xistin
    Etîketan:
    Serê mehkûmê ku li dijî operasyona Efrînê derket hat şikandin, Duzce, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de