18:58 25 Nîsan 2018
    Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

    Ji Demirtaş peyama kongreyê: HDP partiya kurd û tirkên bindest e!

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an hatiye girtin, ji Kongreya 3yemîn a HDPê re ku îro birêve diçe re peyamek şand.

    Di peyama ku ji aliyê Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder ve hat xwendin de Demirtaş bal kişand ser, Tirkiye di nav krîzeke kûr de derbas dibe ku dê kongreya HDPê hêvî û baweriyê di vê pêvajoyê de bide.

    'DILÊ BI HEZARAN RÊHEVALÊN GIRTÎ BI GERMAHIYA KONGREYÊ LÊDIDE'

    Demirtaş got, "Kongreya me di demekê de pêk te ku pirsgirêkên mezin li ser hev kom bûne. Kongre di vê pêvajoyê de dibe hêvî û baweriyeke nû. Kongreya me pîroz be. 15 meh in digel hezaran rehevalan em dîl hatin girtin û avêtin zindanê. Her çend em niha ne li kêleka we bin jî bila her kes baş zanibe dilê me bi germahiya kongreyê lêdide."

    'EZ Ê BI EZMUNA XWE PIŞTGIRIYÊ BIDIM HDPÊ'

    Demirtaşê ku hevseroktiyê bi vê kongreyê birdide diyar kir: "Bi vê kongreyê em peywira hevserokatiyê dewrî hevalên xwe yê nû dikin. Ez ê dîsa jî tevî kêmasî û nebesiyên xwe hewl bidim ku bi ezmûn û hêza xwe piştgiriyê bidim."

    'HDP PARTIYA TIRKIYÊ YE'

    Demîrtaş di berdewamê de wiha got: "Rêveberên HDPê yên nû divê bi hevî, wêrekî têbikoşin. Em dê li dijî polîtîkayên AKP-MHPê heta dawiyê tekoşîna aştiyê biparêzin. HDP partiya Tirkiyê ye. HDP çiqas partiya Kurdên bindest be, ew qas partiya Tirkên bindest e jî. Bêyî cudahiya nijad, nasname, baweriyan bikin em têdikoşin."

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera iraqî: Divê hikûmet fişarê li Tirkiyeyê bike
    Netenyahû: Me derbeyên giran li hêzên Îran û Sûriyeyê xistin
    Li Amerîkayê bafirokek ket: 3 mirî 4 birîndar
    Kongreya 3yêm a HDPê: Birêveberiya nû tê hilbijartin
    "Hevpeymanî hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyeyê zêde dike"
    Etîketan:
    Sehaattîn Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de