14:57 22 Gulan 2018
    Şandeya-YNKê

    Şandeya YNKê ji bo beşdarbûna Kongreya HDPê hat Enqerê

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Bi armanca beşdarbûna kongreya HDPê nûnerên Partiya Yekîtiya Nişmaniya Kurdistanê (YNK) hatin Tirkiyê.

    Gor agahiyên ku çavkaniyên YNKê dan Spûtnîkê, grûbek li ser navê nûnertiya Partiya Yekîtiya Nişmaniya Kurdistanê hat Tirkiyeyê. Di grûba YNKê de van navan cih girtin: Serokê YNKê yê di parlementoya lraqê de Arêz Ebdullah û endamên sekreteriya partiyê Kameran Bacela û Mela Qadir. Grûba YNKê ji bo beşdarbûna kongreya 3yemîn ya Partiya Demokratîk a Gelan hatin Enqerê.
    Partiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê bi vê beşdarbûnê xwest nîşan bide ku piştgiriyê dide HDPê ji ber ku îro hevserokê partiyê û gelek endamên partiyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    Guterres: Pêvajoya aştiya Sûriyê, bi kongreya Soçiyê re ket qonaxeke nû
    Lavrov derbarê muxalifên li Stenbolê ku beşdarî Kongreya Soçiyê nebûn daxuyaniyek da
    Ji Demirtaş bo kongreya HDPê: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye
    Kongreya 3yêm a HDPê: Birêveberiya nû tê hilbijartin
    Etîketan:
    hDP, kongre, YNK, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de