06:12 20 Nîsan 2018
    hdp-mîtîng

    Kongreya 3yêm a HDPê: Birêveberiya nû tê hilbijartin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) kongreya xwe ya sêyemîn a asayî li dixe. Di vê kongreyê de dê hevserokên nû werin hilbijartin.

    HDPya ku li Tirkiyeyê tekane partî ye li dijî operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê derdikeve, kongreya xwe li Enqereyê li Ankara Arenayê li dar dixe ku polîsan rêyên diçin cihê kongreyê bi polîs, navgînên polîs û ên karî girtine.

    Herwiha polîs li sê xalan li beşdarên kongreyê digerin û çente, powerbank, heste, berguhk, pênûs û şarjên wan ji wan stendin.

    Li gorî medyayê, Parlamenterê HDPê yê Qnereyê Sirri Surreyya onder û Parlamentera Adanayê Meral Daniş Beştaş ji bo Hevserokatiya Dîwana Kongreyê hatin hilbijartin. Herwiha Onderî ragihand 32 hezar kes tev li kongreyê bûne.

    Hat ragihandin ku rê nehatiye dan bo ti kesî ku kompûter û kamereyan derbasî salona kongreyê bikin.

    ​Hevseroka HDPê Serpil Kemalbaya ku dê peywira xwe radest bike li gel namzetên nû Pervin Buldan û Sezai Temelli û parlamenteran ketin salonê.

    Di vê kongreyê de dê hevserokên nû yên HDPê diyar bibin. Nameyên Hevserokê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaşî û Hevseroka berê ya HD

    Di vê kongreyê de dê hevserokên nû yên HDPê diyar bibin. Nameyên Hevserokê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaşî û Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdagê dê werin xwendin û dê endamên Meclisa Partiyê jî werin diyarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê Wanê: HDP piştgiriya referanduma serxwebûnê dike
    HDP: Birîndarên gundê Licê sivîl in
    'Sedema hevalbendiya AKP û MHPê HDP ye'
    Bozdag: HDP peyrewa PKKê ye
    Li Tirkiyeyê derdora 10 hezar endamên HDP û DBPê di girtîgehê de ne
    HDP: Divê CHPê rêzê li referandûma Kurdistanê bigire
    Parlamentera HDP Leyla Bîrlîk hat binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, Serpil Kemalbay, Selahettin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de