17:39 20 Nîsan 2018
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Ji Demirtaş bo kongreya HDPê: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş, ji girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê peyamek ji bo Kongreya Asayî ya HDPê ku nebûye namzedê hevseroktiyê re şand.

    Demirtaş di peyama xwe ya ku bo kongreya 11ê Sibatê ya HDPê şandiye de, spasiyê li dostên piştgiriya wî kirine re dike û dibêje, "Dem dema wê ye ku peyama bihêz ya yekrêziyê bidin."

    'HEWLÊN DÎZAYNKIRINA HDPÊ BI SER NEKETIN'

    Salahattîn Demirtaş di peyama xwe de wiha got: "Hevkariya hemû dostan bo min serbilindî bû. Di heman demê de ji dost û dijminan re hat nîşandan ku HDP partiyek e xwedî bingeheke dînamîk û çalak e. Bawer bikin, dersa hemû kesên hewil dane li gor xwe HDPê dizayn bikin hatiye dayîn."

    'DEM DEMA DAYÎNA PEYAMA YEKRÊZIYÊ YE'

    Demirtaş di berdewamê de bi bîr xist ku ew dê xebata xwe ya di HDPê de bi coş berdewam bike û wiha pê de çû:

    "Dem dema wê ye ku HPD bi dilxweşî û coşeke mezin kongreya xwe bike û peyama yekrêziyeke bihêz bide ye êdî. Ez ê jî ji xwe di HPDê de bi awayekî çalak karê xwe berdewam bikim. Ji bo hemû hevalên ku xwediya HDPê dikin û di şexsê min de hesta baweriyê didin silav û rêz."

    DEMIRTAŞ JI 4Ê MIJDARA 2016AN VE GIRTÎ YE

    Selahattîn Demirtaşê ku 8 sal in hevseroktiya HDPê dike, 4ê Mijdara 2016an hatibû girtin û ligel nîqaş û nirxandinên li ser ji nû ve kandîdbûna hevseroktiya HDPê jî bi nameyê ji partiya xwe re ragihandibû ku ew nabe namzed.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber ku alîkarî daye DAIŞê ji şirketeke tirk re biryara mueyideyê hat dayîn
    Erdogan ji berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dizeyî re sersaxî xwest
    PKKê bi roketan êrişî leşkerên tirk kir: Leşkerek mir
    Lîstika şanoyê ji ber ku peyama 'aşitiyê' dide hat betalkirin
    ‘Tillerson di serdana Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were'
    Sibe şandeke Parlemana Kurdistanê serdana Efrînê dike
    Kurdek derhêneriya filmekî John Travoltayî dike
    'Bihaneya Tirkiyeyê ku êrişî Efrînê kir ne PKKê ye'
    Etîketan:
    Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de