17:34 22 Nîsan 2018
    zarok-lîstik

    Lîstika şanoyê ji ber ku peyama 'aşitiyê' dide hat betalkirin

    Rossotrudniçestva Sözcüsü Mariya Fadeyeva
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Akhîsara Manîsayê lîstika şanoyê ya ku ji aliyê zarokan ve hatibû amadekirin, bi hinceta peyama ‘aşitiyê’ dide, ji aliyê muduriyeta perwerdehiyê ve hat betalkirin.

    Gor agahiyên ku rojnamevan Erk Acerer li hesabê xwe yê medyaya civakî parvekir, bûyer duhê li navçeya Akhîsarê diqewime. Ji aliyê zarokên dibistanê ve lîstikek bi navê "Çevreci Afacanlar" hatiye amadekirin. Lê belê beriya ku lîstêk dest pê bike ji saziya navçeyê ya perwerdehiyê daxwaznameya betalkirinê ji berpirsê lîstikê re tê.
    Di daxwaznameya ku bi fermî hatiye şandin de van îfadeyana hatine bikaranîn "Me li naveroka lîstikê nihêrî û dît ku peymanên 'li dij şer' hene û pesnê 'aşitiyê' hatiye dayîn. Ji ber ku em di pêvajoyeke hesas de ne daxwaziya 'aşitiyê' gel tehrîk dike."
    Li ser vê biryarê lîstik hat betalkirin û hemû afîşên lîstikê hatin tovkirin.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî bertek da 'KHK'yên nû
    2 'KHK'yên nû hatin ragihandin, bi hezaran kes ji kar hatin avêtin
    Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
    Bi KHK ya nû Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin
    Etîketan:
    Şano, lîstik, zarok, Manîsa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de