17:43 20 Nîsan 2018
    Daxuyaniya Baroya Amedê ya li ser binpêkirinên mafên girtiyan

    ‘Zarokên girtî rastî tundiyên cûrbicûr tên'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Komîsyona Şopandina Girtîgehan ya Baroya Amedê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan yên Saziyên Înfaza Cezayan ya Sala 2017an' eşkere kir û ragihand ku li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûye. Di raporê de tê gotin ku zarokên girtî rastî tundiyên cûrbicûr dibin.

    Komîsyona Şopandina Girtîgehan ya Navenda Mafên Mirovan ya Baroya Amedê, ‘Rapora Binpêkirinên Mafan yên Saziyên Înfaza Cezayan ya Sala 2017an' eşkere kir. Di daxuyaniya ku li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê hat dayîn de, endamên Komîsyona Girtîgehan jî di nav de gelek kes amade bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Neşet Girasun di civînê de axivî û diyarkir ku rapora wan amade kiriye, rapora herî berfireh ya 10 salên dawî ye. Girasun ragihand ku ji 18 qadên cuda pirsgirêk di raporê de cih digirin û got, wan serî li 20 girtîgehên cuda dane, 40 caran ziyaret pêk anîne, bi 92 girtiyan re hevdîtin hatiye pêkanîn û agahiyên ku van kesan dane di raporê de cih digirin.

    Girasun daneyên binpêkirinên mafan yên di raporê de wiha rêz kir:

    • Zarokên girtî yên di nava komên dezavantaj de, di serî de tên. Gelekî rastî binpêkirinên mafan tên. Di roja îro de tê nîqaşkirin ku girtîgehên zarokan bên girtin, li gelek girtîgehan gelek zarok rastiyê tundiyê tên.
    • Mafê tenduristiyê tê astengkirin (muayeneya bi kelepçe, li revîrê qasî ku pêwîst bike hekîm tune ne, sewqên nexweşan û rakirina revîr û nexweşxaneyê dereng tê xistin) girtîgehên ku tên ziyaretkirin, li hemûyan jî pirsgirêk hene.
    • Zarokên piçûk ên bi dayikên xwe yên girtî re li girtîgehê dimînin, di warê fîzîkî û derûnî de bi gelek pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.
    • Gelek girtiyên sirgûnî girtîgehên cuda tên kirin, destê wan ji piştê ve tê kelepçekirin, gelek caran personelên girtîgehê bi gotin û fîzîkî êrîşê wan dikin.
    • Nêrîna parêzerê stajyer nagirin Girtîgeha Kampusa Xarpêtê û ev ji hêla endamên komîsyona me ve hat tespîtkirin. Ji bo vê rewşa derveyê hiqûqê bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin hat kirin û dozger got ku 'Der barê vê rewşê de agahiya min tune, berî ku bikevin saziya înfazê ya ceza ji bo serlêdanê destûr ji min bihata xwestin, dê stajyer bikaribûna bi girtiyan re hevdîtin pêk baniya."
    • Piştî OHAL li tevahiya welat hat îlankirin, binpêkirin û pirsgirêkên li girtîgehan zêdetir bûn.

    Girasun pêşniyarên xwe yên derbarê binpêkirinên mafan de jî wisa rêz kir:

    • Divê hemû girtî mafê xwe yê parastin û manewiyetên bi awayekê aktîf bikar bînin.
    • Divê panel û semînerên derbarê mafê mirovan de, ji bo personelên girtîgehan bên dayîn.
    • Divê girtîgeh dest ji hemû binpêkirinên xwe yên mafên mirovan berdin û parastina bi zimanê kurdî bê qebûlkirin.
    • Di warê girtina girtîgehên zarokan de, divê mînakên cîhanê baş bên nirxandin û ji bo girtîgehên zarokan qadên jiyanê yên bi tendurist bên avakirin.
    • Divê ji bo zarokên bi dayîkên xwe re girtîne, pêdiviyên derûnî bên dayîn û qadên baş bên avakirin.
    • Divê rêxistinên civak sivîl û baro bi awayekê pir vekirî karibin girtîgehan ziyaret bikin û ji bo vê yekê qanûn bên sererastkirin.
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de