15:40 22 Nîsan 2018
    Garo Paylan

    Paylan: Ji aliyê Efrînê ve li dijî Tirkiyeyê kevirekî biçûk jî nehatiye avêtin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser êrîşên dewleta tirk ên bajarê Efrînê axivî û daxwaz kir ku moşekên tê îdiakirin ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê tên avêtin, werin lêkolînkirin.

    Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de axivî û bal kişand ser ku ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê kevirekî biçûk jî nehatiye avêtin.

    Paylan diyar kir ku avêtina moşekên li dijî Kilîs û Hatayê piştî operasyona li ser Efrînê hatiye destpêkirin û ev tişt gotin, "Efrîn yek ji wan herêman e ku xwe ji agirê şerê navxweyî yê Sûriyeyê dûr girtiye. Piştî şer serjimara wê ji 300 hezaran derket 700-800 hezaran. Û ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê tenê kevirekî biçûk jî nehatiye avêtin."

    Parlamenterê HDPê derbirî ku divê ew moşekên kut ê îdiakirin ji aliyê Efrînê ve li dijî Tirkiyeyê tên avêtin, werin lêkolînkirin û wisa berdewam kir: "Van rojan hinek vîdeo derdikevin holê û di wan vîdeoyan de tê dîtin ku ew moşek ji nav sînorên Tirkiyeyê ve tên avêtin. Hemwelatiyên Tirkiyeyê ev vîdeo girtine û dibêjin. PYD dibêje, menzîla moşekên di destên min de 10 kîlometro ye. Kilîs 50 kîlometroyan dûrê sînorê Efrînê ye û her çi hîkmet be mizgefta li Kilîsê tê lêdan. Ji bo dîtina rastiyê divê em li van hemûyan bikolin."

    Bi heman mijarî:

    Berdevka YPJê: Em şerê li Efrînê ji cîhanê re radighînin
    Doktorê nexweşxaneya Efrînê: Dermanên di destê me de li ber xelasbûnê ne
    'Derbarê Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay de biryara deteserkirinê hat dayîn'
    Mesûd Barzanî spasiya HDPê kir
    Namzetên hevserokatiya HDPê diyar bûn
    Hevseroka HDPê ya Mersînê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    kevirekî biçûk, Parlamenterê HDPê yê Stenbolê, Garo Paylan, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de