18:44 19 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê

    Prof. Hikmet Sami Turk: Dibe îktîdar operasyonê ji bo hilbijartinan bikar bîne

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 03

    Hiqûqnas û siyasetmedarê tirk ku di sala 1999an de Wezîrtiya Dadê ya Tirkiyeyê jî kir Prof. Dr. Hikmet Sami Turk, operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê û encamên wê yên herêmê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Li gor hiqûqnas û siyasetmedarê tirk ku di sala 1999an de Wezîrtiya Dadê ya Tirkiyeyê jî kir Prof. Dr. Hikmet Sami Turk, Tirkiye ji bo ewlehiya xwe mecburê operasyonê ye, lê mimkin e ku desthilat vê operasyonê ji bo berjewendiyên xwe yên navxweyî jî bikar bînin.

    HIQÛQNASÊ TIRK: OPERASYON MEŞRÛ YE

    Prof. Dr. Hikmet Sami Turk di bersivdayîna pirsa ‘gelo mimkin e ku îktîdar ji bo hisabê navxweyî yên wek hilbijartinê ev operasyon li dar xistibe?' de got: "Tirkiye ji sînorê başûr rastî êrişên rêxistinan tê. Roj dernasnabe ku moşekên ku ji Sûriyeyê têne avêtin li herêmên Tirkiyeyê yên wek Kilisê nekevin. Operasyona ku tê kirin li gor peymana 51emîn a Neteweyên Yekbûyî parastina meşrû ye. Helbet îktîdar ê serkeftina vê operasyonê ji bo berjewendiya navxweyî û hilbijartinê bikar bîne. Ev tiştekî din e. Lê Tirkiye vê operasyonê li gor hiqûqa navneteweyî û ji bo parastina mafê xwe yê meşrû li dar dixe. Û divê di vê çarçoveyê de bimîne."

    ‘OPERASYONA EFRÎNÊ NE LI DIJÎ GELÊ KURD E'

    Siyasetmedar Hikmet Sami Turk pirsa ‘operasyon wê bandorê çawa li têkiliyên kurd û tirk bike, di pêşerojê wê qelşa dijayetî ya navbera herdu gelan zêde neke gelo?' bersivand û got: "Divê em vê bizanibin ku operasyon ne li dijî gelê kurd e. Wek min niha jî got divê operasyona leşkerî di çarçoveya parastina meşrû de bimîne û li gor qenaeta min di vê çarçoveyê de jî dewam dike. Ev operasyon ne li hemberî kurdan e, lê wir jî hinek rêxistinên kurd ên wek PYDê hene û li pişta êrişên Tirkiyeyê jî ev rêxistin hene. Nabe operasyona li hemberî PYDê wek li dijî gel bê nîşandan. Ti pirsgirêka me bi gelê kurd re tineye."

    ‘DIVÊ OPERASYON JI ARMANCA XWE DERNEKEVE'

    Sami Turk di berdewamiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘li gor çavkaniyên herêmî di êrişên hewayî de sivîl jî têne kuştin, hûn ji bo kuştiyên sivîl çi dibêjin?' got: "Ev operasyoneke pir zahmete û ne li qada şer tê kirin. Yanî li pêşberî te, li meydanê rasterast artêşeke ku ti pê re şer dike tineye. Ji bo endamên rêxistinê û xelkên sivîl ji hev werin cudakirin artêş dikeve her derê. Wek min got ji hêla leşkerî ve operasyon pir zahmet e. Kuştina sivîlan cihê xemgîniyê ye. Le ev ne şerê du artêşan ku li meydanê şerê hev dikin. Dixwazim dîsa jî bêjim ku divê operasyon di çarçoveya operasyona meşrû de bimîne, ji armanca xwe derneke ve û destûra ku bi hinek aliyan ve were kişandin neyê dayîn."

    Turk di dawiya axaftina xwe de got: "Belê, li gor min ji bo bijarteyeke din tinebû operasyona leşkerî hat lidar xistin. Mudaxeleyên leşkerî di rewşên ku diyaloga siyasî encam nadin de dikeve meriyetê. Armanca operasyonê li hemberî rêxistinan e û meşrûbûna xwe jî vê distîne."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Di şerê li Efrînê de leşkerekî tirk hat kuştin
    Berdevka YPJê: Em şerê li Efrînê ji cîhanê re radighînin
    Bernard Levy bangî cihanê kir: Li dijî vê zilma Efrînê derkevin
    Balafirên şer ên Tirkiyê navçe û navenda Efrînê bombardiman kirin
    Doktorê nexweşxaneya Efrînê: Dermanên di destê me de li ber xelasbûnê ne
    Parlamentarê Libnanî bo Efrînê: Kompleksa Tirkiyê pirsa kurdî ye, lê ereb çima li wir in?
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Hikmet Sami Turk, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de