19:34 20 Nîsan 2018
    Sûr - Amed

    Piştî 2 salan şopa şer û jiyanê!

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Li navçeya Sûra Amedê kolanek qedexekirî piştî 2 salan vebu û şopa şer û jiyanê derket holê. Ajansa Spûtnik Kurdistan yekem car ket xaniyên ku di şer û pevçunan de zirar dîtibun û şopa şer û jiyanê anî ser objektîfan. Dîmen nîşan didin ku malbatan derfeta derxistina alavên xwe ne dîtine.

    Li navçeya Sûra Amedê di meha Kanûna 2015an de şer û pevçunên dijwar qewimî bû. Bi sedema şer li taxên Fatihpaşa, Hasirli, Dabanoglu, Savaş, Cevatpaşaû û Cemal Yilmaz qedexeya derketina derve hat ragihandin û heta aniha jî qedexe berdewam dike. Bi sedema şer bi deh hezaran kes koçber bun. Piştî şerê 103 rojan operasyon bi dawî bu lê qedexeya li 6 taxan berdewam kir. Li taxên qedexekirî avahiyên nû hatin avakirin û hêj avakirin berdewam dike. Li taxên qedexekirî car bi caran hinek kolan tên vekirin û şopa şer û jiyanê derdikeve holê.

    DI HÛNDIRÊ MALAN DE ŞOPA ŞER Û JIYANÊ

    Li taxek navçeya Sûrê ya qedexekirî îro kolanek di hat vekirin. Ajansa Spûtnîk Kurdistan yekem car ket kolana ku qedexe hat rakirin û şopa şer û jiyanê anî ser objektîfan. Di apartmana ku di kolana qedexekirî de bû dewsa şerê û pevçunên giran xwe nîşan dide. Dîmen nîşan didin ku 2 sal berê malbatan derfenda ku tiştên xwe ji malê derxin ne dîtine û lez û bez malên xwe terikandine. Li hindirê malan tirşu ya ku ji bo zivistanê hatîye amade kirin, zeytûn, penêr û zexîre li şuna xwe maye. Cil û bergên malbatan li nava odeyan û li şaneşîne belav bune. Li diwaran şuna gule û roketan baldikşîne. Dîsa di hindirê xanîyan de dolap û alavên di yên malê xuya dike. Her wiha hemu tişt ji berk u gelek zirar dîtine êdî hew tê bikaranîn.

    PIŞTÎ 2 SALAN MALÊN XWE DÎTIN

    Malbatên k udi apartmanê rudinînin piştî rakirina qedexeyê çun serdana mala xwe û dîmenên ku lê rast hatin ew xemgîn kirin. Welatiyê ku di vê apartmanê de rudinî û ne xwest navê xwe bide wiha axivî "Dema şer û pevçunan destpêkir em hemu kes ji malen xwe derketin. Tiştê ku me xist destê xwe me derxist û yên di hemu man. Em ketibun derdê canê xwe. Aniha em dibînin k udi hindirê malan de tiştek ne maye. Yên ku mane jî êdî nayên bikaranîn. Em nizanin em ê çibikin û çawa bikin."

    Bi heman mijarî:

    Niştecihekî Sûrê bertek nîşanî wezîrê tirk da: Mala me xera kirin û em li kolanan hiştin
    Li Sûrê piştî şer rûxandineke mezin çêbû: 3 hezar û 569 avahî hatin xerakirin
    Belgefîlma li ser Sûrê hat qedexe kirin
    ‘Berhemên dirokî yên Sûrê li ku ne?'
    ‘AKP bila ji bo Cizîr û Sûrê jî rexnedayîna xwe bide'
    Etîketan:
    Piştî 2 salan serdana malên xwe kirin, Sûr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de