21:49 25 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan û Papa Francis

‘Erdogan ji bo bi Papa re hevdîtinê pêk bîne bexşeke mezin kir'

© REUTERS / Alessandro Di Meo/Pool
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor îdîaya Parlamenterê CHPê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku bikaribe li Vatîkanê bi Papa re hevdîtinê pêk bîne bexşeke mezin kir.

Parlamenterê CHPê yê Trabzonê Haluk Pekşen ji bo serdana Erdogan a Vatîkanê îdîayeke balkêş avêt holê. Haluk Pekşen pirsnameyek pêşkêşî parlamentoyê kir. Pekşen di pirsnameya xwe de got: "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo bikaribe li Vatîkanê bi Papa re hevdîtinê pêk bîne bexşeke mezin kir û bi saya bexşê hevdîtin pêk anî."

Pekşen di berdewamiya pirsnameya xwe ku pêşkêşî parlamentoyê kiriye de got: "Desthilata bêkêr a AKPê di têkiliyên derveyî welat de bi saya bexşan dikarin hevdîtinan pêk bînin. Êdî ji bo ku bikaribin randevuyan ji welatan bistînin divê wek bertîl balafiran bistînin an goşt bistînin an jî bexşê bikin. Erdogan herî dawî di serdana xwe ya Vatîkanê de bi saya bexşê bi Papa re hevdîtin pêk anî. Ez li ser navê 80 milyonî dipirsim ji bo hûn bi Papa re hevdîtinê pêk bînin çima pereye feqîran didin Vatîkanê."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Niyeta me tune em 3,5 mîlyon welatiyên Sûriyê heta hetayê li vir bigrin
Erdogan cardin doza tazmînatê li Kiliçdaroglu vekir
Erdogan: Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê li dijî Tirkiye Rûsya û Îranê ye
YPG: Erdogan bi keysbaziyan têkçûna xwe vedişêre
Pûtîn û Erdogan axivîn: Zîrweya Soçî ya duyemîn li Stenbolê tê lidarxistin
Etîketan:
Parlamenterê CHPê yê Trabzonê, Haluk Pekşen, Recep Tayyip Erdogan, Vatîkan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de