09:46 20 Nîsan 2018
    Stenbol

    Wezareta Navxweyî koçberiya sûriyeyiyan bo Stenbolê rawestand

    © AFP 2018 / MUSTAFA OZER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Qeydiyên penaberên sûriyeyî ku li Tirkiyeyê dijîn hatin nûkirin û çûna bajarê Stenbolê bi awayekî demkî ji bo penaberên sûriyeyî hat rawestandin.

    Qeydiyên penaberên sûriyeyî ku li Tirkiyeyê dijîn hatin nûkirin û çûna bajarê Stenbolê bi awayekî demkî ji bo sûriyeyiyan hat rawestandin. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ji ber nifusa zêde êdî ji bo Stenbolê qeydiyên nû nastînin.

    Li gor nûçeya Fevzi Kizilkoyunê rojnameya Hurriyetê, sûriyeyiyên ku xwediyê nasnameyên biyometrîk in dikarin bi destûrnameyan bajaran biguherînin, lê ji ber nifusa zêde koçberiya ji bo Stenbolê hat rawestandin.

    Wezareta Navxweyî di daxuyaniya xwe de got: "Li Tirkiyeyê di serî de li Stenbolê hemû qeydiyên sûriyeyî têne nûkirin. Herwiha Stenbol ji bo sûriyeyan wek navendeke cazîbe ye. Ji ber nifusa zêde qeydiyên nû ji bo Stenbolê hatin rawestandin. Qeydiyên penaberên sûriyeyî ku ji bajarên din derbasî Stenbolê bibin bi awayekî demkî hatiye girtin."

    Bi heman mijarî:

    Penaberên sûriyeyî çima ji bo welatê xwe şer nakin?
    Rêxistina Mafê Mirov: Welatiyên sûriyeyî li sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve têne kuştin
    Welatiyên Sûriyeyî herî zêde koçî kîjan welatî kirin?
    Hejmara xelkê Sûriyeyî li Stenbolê gihaşte 3 milyon û nîvan bû
    Cezayê kujerên jina sûriyeyî eşkere bûn
    Etîketan:
    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, Penaberên sûriyeyî, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de