23:57 22 Sibat 2018
Zindî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê.

    10 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Kilîsê

    Emin Sansar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku 5 leşkerên tirk û 5 jî çekdarên Artêşa Sûriya Azad (ASA) ku Tirkiye piştgiriya wan dike, îşev di pevçûna bi hêzên YPGê re de birîndar bûne û ew anîne nexweşxaneya bajarê Kilîsê.

    Li gor çavkaniyên medya Tirkiyê, di encama qewimîne şerê li dorûbera girê Birseyê û Çiyayê Dermiqê de, 5 leşkerên tirk û 5 çekdarên komên girêdayî artêşa Tirkiyê ku birîndar bûne bo nexweşxaneya bajarê Kilîsê hatine veguhestin.

    Hat diyarkirin ku birîndar li beşa lezgîn tên tedawîkirin û hîn jî pevçûnên dijwar li herêma navborî berdewam dikin.

    Derbarê leşkerên di wî şerî de jiyana xwe ji dest dane de, hîn ti agahî nehatine belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Petrolê ya lraqê li Kerkûkê zelalgeha petrolê ava dike
    Erdogan: Niyeta me tune em 3,5 mîlyon welatiyên Sûriyê heta hetayê li vir bigrin
    Libnan ‘li hember êrişkariya Îsraîlê' lengergehekê ava dike
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Ji YEyê hişyariya Efrînê û fikara têkçûna demokrasiyê li Tirkiyê
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de