00:37 27 Gulan 2018
Dadgeh

Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin

© Sputnik / Maksim Bogodvid
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li Edenê 28 endam û rêveberên Weqfa Furkanê ku piştî rexneyên serokê weqfê Alparslan Kuytul ên derbarê operasyona Efrînê de hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê.

Ji 28 endam û rêveberên weqfê bi biryara dadgehê, 3 kes hatin berdan û 25 serokê weqfê jî di nav de 25 kes hatin girtin.

Di doznamaya dadgehê de endam û reveberên Weqfa Furkanê bi tawanên ‘avakirina rêxistina îstismara ol û baweriyê, gendelî û sextekariya belgeyan' hatin tohmetbarkirin.

ALÎKARIYA FETO/PKK/EL QAÎDE Û DAÎŞÊ JÎ DI DOZNAMEYÊ DE HEYE

Herwiha 25 endam û rêveberên weqfê yên hatine girtin bi alîkariya çend rêxistinên wekî FETO/PDY, PKK/KCK, El Qaîde û DAIŞ'ê hatin tawanbarkirin ku ev tawan jî wekî sedema girtina wan kesan hatin nîşandan.

Operasyona li dijî Weqfa Furkan a navenda wê li bajarê Edeneyê ye, 30ê Çileya 2018an piştî rexneyên li ser operasyona dijî Efrînê destpê kiribû û herî dawî jî li ser weqfê qeyûm hatibû tayînkirin.

Bi heman mijarî:

Ji YEyê hişyariya Efrînê û fikara têkçûna demokrasiyê li Tirkiyê
Erdogan: Niyeta me tune em 3,5 mîlyon welatiyên Sûriyê heta hetayê li vir bigrin
YPG rewşa dawiya şerê Efrînê ji Sputnikê re ragihand
Libnan ‘li hember êrişkariya Îsraîlê' lengergehekê ava dike
Şerê di navbera lawik û mirîşkan de
Sûriyeyê xwest ku "komkujî" were şermezarkirin
YPJ: Bila Swêd bi berpirsyarên xwe rabe
Etîketan:
Weqfa Furkan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de