02:17 22 Sibat 2018
Zindî
    serokkomar-Erdogan

    Erdogan: Niyeta me tune em 3,5 mîlyon welatiyên Sûriyê heta hetayê li vir bigrin

    Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokkomar Erdogan li qesra serokwezîrtiyê, di 45emîn Serokkomarê tirk Erdogan li qesra serokwezîrtiyê, di 45emîn civîna bi mixtaran re de axivî: Niyeta me tune em 3,5 mîlyon welatiyên Sûriyê heta hetayê li vir bigrin.bi mixtaran re de axivî: Niyeta me tune em 3,5 mîlyon welatiyên Sûriyê heta hetayê li vir bigrin.

    Serokê AKPê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan cardin bi mixtaran re civiya. Erdogan di axaftina xwe de li ser mijara Sûriyê ev îfade bikaranîn: Me li Sûriyê 2 hezar kîlometre qere kontrol kir û gelek welatiyên Sûriyê vegeriyan welatê xwe. Em niha dixwazin heman tiştê li Efrînê bikin. Erdogan di axaftina xwe de armanca operasyona Efrînê wiha anî ziman "li pişt operasyona Efrînê çi heye? Em ê pirsgirêka Efrînê jî ya Idlibê jî çareser bikin û em dixwazin ku koçberên Sûriyê bifetilin welatê xwe.

    Hêjayî gotinê ye ku Erdogan di axaftina xwe ya mehek beriye de gotibû: ev kesên ku ji Sûriyê û ji Iraqê tên (yên li kampa û li derveyê kampa) vê gavê wezareta me ya karên hundir li serê dixebitin da ku van kesana piştê lêkolînên di derbarê wan de qediyan, bikin welatiyê Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê qeyûm li şûna mixtaran hat tayînkirin
    Li cihê 3 mixtaran kayyûm hatin peywirdarkirin
    Li Qesra Serokkomartiyê civîna ewlehiyê hat li darxistin
    Polîsên Parisê li nêzîkê Qesra Elysse operasyon dan destpêkirin
    Etîketan:
    mixtar, efrîn, civîn, Erdogan, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de