00:57 19 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî

    Erdogan û Rûhanî li ser mijara Sûriyeyê axivîn

    © REUTERS/ Kayhan Özer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re bi telefone pêwendî danî û li ser mijara Sûriyeyê axivî.

    Li gorî agahiyên ku ji Serokomariya Tirkiyeyê hatin wergirtin Erdogan û Rûhanî li ser mijara Sûriyeyê û rûdanên dawî danûstendinên fikrî kirin. Herdu serok di warê lidarxistina lûtkeye din a wekî Soçiyê li Stenbolê mutabiq man.

    Rûhanî û Erdogan di warê çareserkirina pirsgirêkên herêmî û têkoşîn dijterorê de ji hevkariyê kêfxweşiyên xwe anîne ziman. Di peywendiyê de hate diyarkirin ku Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku Rûsyayê daye destpêkirin bi hevkariya Îranê û Tirkiyeyê gavên erênî hatine avêtin.

    Ji hêla din ve Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan mijara Idlîb û Efrînê axivîbûn. Li gor çavkaniyên serokomariyê zîrweya sêalî ya duyemîn a Rûsya, Tirkiye û Îranê ku li bajarê Soçiyê pêk hatibû di hefteyên pêş de wê li Stenbolê were lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî ji bo kêşeya aborî ya Îranê ji pasdaran daxwazek kir
    'Putin, her tim bi Erdogan û Rûhanî re di nav peywendiyê de ye'
    Rûhanî: Operasyona li dijî Efrînê nafîle ye, divê demildest raweste
    Rûhanî: Berdewamiya rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye
    Etîketan:
    mijara Sûriyeyê, Peywendiya Telefonê, Peywenî, Rûhanî, Erdogan, tirkiye, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de