06:12 22 Sibat 2018
Zindî
    polês-polêsên tirk-lêgerîn

    Li Mêrdînê polîsê bersûcê tecawizê beraat kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Mêrdînê polîsê tevgera taybet B.K. ê ku bi tawanbariya "êrîşa cinsî ya bi plan" li ser M.B. ya 21 salî dihate darizandin û jê re 12 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin, beraat kir. Parêzaran diyar kirin ku dê biryarê bibine temyîzê.

    Di danişîna sêyemîn a ku li Dadgeha Giran a Cezayê ya 1emîn a Mêrdînê dihate dîtin mexdûre M.B., bersûc B.K, parêzer, parlementera HDPê ya Şirnexê Leyla Birlik û parêzerên Baroya Riha û Amedê amade bûn.

    Parêzera mexdure M.B. Gulşen Ozbek beriya danişîna diyar kir ku destgirtiya polêsê bersûc bi çek ketiye hundir, ji ber vê yekê ji dozgeriyê xwest ku ew ji salonê bê derxistin. Li ser vê yekê çeka destgirtiya bersûc hat stendin û paşê danişînê destpê kir.

    Di danişînê de parêzer Asli Pasinli diyar kir kudi dosyeyê de kêmasî hene û divê darizandin were berfirehkirin, "Êrişa cinsî ya plankirî heye, bi raporê hatiye tesbîtkirin ku xwînîbûnê mehekê dom kiriye lê kes nehatiye girtin. Ligel ku ihtîmala jinavbirina delîlan heye bersûc nehatiye girtin. Doh ji berk u gef li mexdûreyê hatiye xwarin hewil daye xwe bikuje. Hemû meqamên dadweriyê ji vê yeke berpirsyar in."

    ‘jI BER ÇI DIXWAZIN MUWEKKILA ME BIKUJIN?'

    Parêzera mexdûrê Nezahat Almas jî got, "Doh min û muvekkîla xwe ji bo dozê me yê hev bidîta lê ew nehate hevdîtinê û hewil da xwe bikuje. Nîvê şeve du kesan muvekkîla me pirsî ne. Çima dixwazin muwekkila me bikujin? Em wê nadin kuştin, em bikin ku ew bijî. Em ji dozê venagerin."

    ‘DOZGER XWEST BERSÛC BÊ GIRTIN, DADGEHÊ EW SERBEST BERDA'

    Serdozgerê komarê di danişîna berê de xwest ku bersûc bi sûcê ‘îstîsmarkirina karîger a cinsî' bê girtin û bê sizadan lê dadgehê bi egera kêmbûna delîlan B.K serbest berda.

    Parlamenera HDPê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku rûpelek din a reş li rûpelên Tirkiye zêde bûye û piştî doza N.Ç. li Mêrdîn dozek din zêde bûye. Birlik, anî ziman ku ew dê şopînerê vê dozê bin.

    Bi heman mijarî:

    Misirê li kolanên xwe "şer" li dijî Tirkiyeyê da destpêkirin
    DAIŞê vîdeoya milîtanên jin weşand
    Li parlamentoya Swêdê şerê li Efrînê hat nîqaşkirin
    Zaxarova: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêziya xaka Sûriyeyê
    Etîketan:
    tecavuz, serbestberdan, polês, destdirêjî, darizandin, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de