21:20 23 Gulan 2018
    Girtîgeh

    Mîdurê Ceza û Tewkîfê: Li Tirkiyeyê 140 girtîgehên nû çêdibin

    © AP Photo / Muhammed Muheisen
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mîdurê Giştî yê Ceza û Tewkîfê Şaban Yilmaz di Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan de axivî û da zanîn ku, "27 hezar girtî zêdeyî kapasîteya girtîgehan e, di heman demê de 140 girtîgeh jî tên çêkirin."

    Li gor nûçeya rojnameya Birgunê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, di civînê de pirsgirêkên mehkûman, kapasîteyên girtîgehan û çêkirina girtîgehên nû hatine guftogokirin. Di nûçeyê de hat ragihandin ku Mîdurê Giştî yê Ceza û Tewkîfê Şaban Yilmazê ku beşdarî civînê bûye ji pirsgirêkan bêtir li ser girtîgehên nûjen axivî ye. Yilmaz eşkere kir ku di girtîgehan de 235 hezar û 888 girtî hene û 27 hezar girtî jî zêdeyî kapasiteye ne, her wiha çêkirina 140 girtîgehan didome, çêkirina 40 girtîgehan jî di dawiya salê de wê biqedin.

    'JI 845 GIRTIYAN RE DOKTOREK DIKEVE'

    Yilmaz derbarê ku mehkûm nayên tedawîkirin tu agahî nedan, lê hejmara doktorên di girtîgehan de pêywirdarin parve kir. Yilmaz got: "Di girtîgehên de 235 hezar û 888 girtî hene, lê bi tenê 8 doktorên bi qedro pêywirdarin. Doktorên ku qedroyên wan di saziyêndin de ne jî 271 e. Li gor daxuyaniya Yilmaz derket holê ku ji bo 845 mehkûman doktorek dikeve. Her wiha li Yilmaz derbarê girtiyên jin û zarok de jî agahî dan. Di girtîgehan de 2 hezar û 979 zarok, 9 hezar û 700 jî jinên girtî hene. Zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehan de dimînin 650, hejmara jinên ducanî jî wek 65 eşkere kir.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Etîketan:
    Mehkûm, Girtîgeh, girtî, Şaban Yilmaz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de