21:23 18 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    ‘Tirkiye çekdarên DAIŞê yên kevn tevlî ASAyê dike'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11

    Rojnameya Independentê di nûçeya xwe de îdîa kir ku Tirkiye çekdarên DAIŞê yên berê ji bo operasyona Efrînê tevlî Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) dike.

    Li gor rojnameya Independenta îngîlîzî ku di nûçeya xwe de îdîa kiriye, Tirkiye çekdarên DAIŞê yên berê ji bo şerê Efrînê tevlî Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) dike. Endamekî DAIŞê yê berê bi navê Fara cdi axaftina xwe ya Independentê de dibêje: "Çekdarên ku li Efrînê şerê YPGê dikin piraniya wan endamên DAIŞê ne, Tirkiye ew perwerde kirin û tektîka wan a şer guherand."

    Endamê DAIŞê di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Tirkiye di destpêka operasyona Efrînê de got ‘ez şerê DAIŞê dikim' û însan xapandin. Lê di rastiyê de endamên DAIŞê perwerde dike û wan ji bo şer dişîne Efrînê."

    Li gor agahiyên Farac, fermandarên ku endamên DAIŞê perwerde dikin ji bo hevkariya Tirkiye û DAIŞê dernekeve holê tektîkên xwekujî û wesayîtên bi bombe qedexe kirin. Li gor zanyariyan, derdora 10 çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) tevlî operasyona Efrînê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: ASA hêzeke milîs a netewî ye
    HSD: Artêşa tirk û ASA li Girê Qestel têkşikiyan û vekişiyan
    ASA: Niyeta me nîne em bikevin navenda bajarê Efrînê
    ‘Pêşî dê ASA têkeve Efrînê'
    ASA: Em li pey fermandarên ereb ên di nav YPGê de ne
    ASA: Leşkerên Amerîkayê di kêliyên dawî de ji êrişa me xilas bûn
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, rojnameya Independent, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de