16:32 20 Sibat 2018
Zindî
    Bûbê Eser

    Bûbê Eser: Divê kurd bê mijiyê rêxistinî Efrînê biparêzin

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (359)
    0 22

    Nivîskar û rewşenbîrê kurd ku bi salane li dîasporayê dijî û rewşa herêmê ji nêzîk ve dişopîne Bûbê Eser bersiva pirsên ajansa Spûtnîk Kurdistanê dan, rewşa Efrîn û nehatina Wezîra Derve ya Swêdê nirxand.

    Nivîskar û rewşenbîrê kurd ku bi salane li dîasporayê dijî û rewşa herêmê ji nêzîk ve dişopîne Bûbê Eser bersiva pirsên ajansa Spûtnîk Kurdistanê dan, rewşa Efrîn û nehatina Wezîra Derve ya Swêdê nirxand. Li gor Bûbê Eser, dijiminê kurdan bi êrişê wan diceribînin û divê kurd bê mijiyê rêxistinî welatê xwe biparêzin.

    Rewşenbîrê kurd Bûbê Eser di axaftina xwe de got: "Belê divê berî her tiştî em kurd xwedî li hev, erd û welatê xwe derkevin. Dibe ku mirov ji hevdu aciz be, dibe ku mirov ne di yek fikrê de be. Lê divê mirov vê neke sedem ku li hember êrişên têne ser welatê me bê deng be. Berî her tiştî divê em û dijmin jî baş bizanibin ku Efrîn bajarekî Kurdistanê ye, her êrişek li ser wê, tê wateya ku eriş li ser temama kurdistanê ye. Bê dengiya li hember vê êrişa tirkan tê wateya qebûlkirina vê dagirkirina tirkan e."

    ‘DIJMIN BI ÊRIŞA XWE KURDAN DICERIBÎNE Û KOBANÎ JÎ YEK JI VAN BÛ'

    Nivîskar Bûbê Eser di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê êdî em kurd jî fêrî parastina berjewendiya gelê xwe bibin. Helbet partî û rêxistin ji bo welatê xwe azad bikin têne damezrandin, her gav û dem ew partiyên têne damezrandin dikarin nemînin. Lê welatê me Kurdistan her dimîne. Kar û xebat divê tenha ji bona wê be. Dijmin carinan kurdan bi hin êrîşên xwe dicerîbînin. Kobanî jî yek ji wan ceribandinan bû. Kurd xwedî lê derketin, pêşmêrgeyên qehreman ji başûr berbi brayên xwe de çûn, bi hevre nehiştin Kobanî têkeve destê dijmin û dijminê xeddar di vir de winda kir."

    ‘DIVÊ KURD BÊ MIJIYÊ RÊXISTINÎ EFRÎNÊ BIPARÊZIN'

    Bûbê Eser di axaftina xwe de bal kişand ser talûkeya neyekbûna kurdan û got: "Niha ceribandina wan ya dudiyan jî Efrîne, heger kurd li ser Efrînê jî nebin yek û bi hevre wê neparêzin wê hemî bi hevre wenda bikin. Divê êdî kurd vê zanibin ku em di pêvajoyeke gelekî xeter de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de heger em weke kurdan şaşiyeke neteweyî bikin, em ê bi hevre wenda bikin. Loma ez dibêjim; Efrîn Kurdistane û divê ev bê ku kurd rêxistinî bifikirin, bi mejiyekî neteweyî wir biparêzin. Têkçûna wir dibe sedema têkçûna gelek cih û bajarên din û talî jî dibe ya Kurdistanê."

    Efrîn
    © AFP 2018/ George OURFALIA
    ‘DESTHILATDARÊN TIRK HAR BÛNÊ'

    Eser di dirêjiya axaftina xwe de ji bo serdana Wezîra Derve ya Swêdê ku dê biçûna Enqereyê û paşî ji ber operasyona Efrînê serdana xwe betal kir got: "Neçûyina Wezîra Derve ya Swêdê bo Tirkiyeyê li gor min ji bo me kurdan helwesteke baş û delale. Em dibînin ku êdî hêdî be jî dengê nerazîbûnekê ji ewropiyan tê. Ewropî baş dizanin ku kurd di çi halî dene. Pir caran ji ber bêdengiyan wan kurd dibin hedefên êrişên hovane yên dagirkerên me. Ez hêvîdarim ku ev dengê nerazîbûna li hember dagirkirina tirkan êdî bê deng nemînin. Ji ber bi rastî desthilata tirkan êdî har bûye. Heger bêdengî bibe ev bêdengî wê di rojên pêşde zerarê bide ewropiyan bi xwe jî."

    ‘AMERÎKÎ Û EWROPÎ TIŞTÊ ANÎN SERÊ SEDDAM DIXWAZIN BÎNIN SERÊ ERDOGAN JÎ'

    Nivîskar Bûbê di dawiya axaftina xwe de rewşa Erdogan û Seddam şibande hev û got: "Ez bi xwe dibêjim, ev dikare bibe dawiya Erdogan jî. Dibe ku ev planek be ji bo têkçûna Erdogan. Ji ber ku wî êdî hedê xwe derbas kiriye. Yanî bi gotineke din Amerîka û Ewropa çi anîn serê Seddam dixwazin bînin serê Erdogan jî. Ev jî bi êrişkirina tirkan ya li ser Efrînê dikare bi dawî bê ku êdî tirk hedê xwe bizanibin. Bê çawa Seddam bi êrişa Kuweytê dawiya xwe anî, bi erîşkirina Efrînê jî Erdogan dikare dawiya xwe bîne. Ka em binerin, bê rewş ê çawa bibe."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (359)

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Kiryarên DYAyê rewşa Efrînê xiraptir dike"
    Îran: Çavuşoglu ji bo Efrînê garantî da
    Bajarê Efrînê bê ava vexwarinê ye
    Parlamentarê Kurd ê Sûriyê: Hikûmeta Sûriyê alîkariya çekan ji bo Efrînê dide YPGê
    'Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Siryanî gihîştin eniyên şer ên Efrînê'
    Artêşa Tirkiyê: Di operasyona li hember Efrînê de du leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Bûbê Eser, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de