17:18 25 Nîsan 2018
    YPG

    Çavuşoglu: Em û Sûriyeyê derbarê YPGê de heman tiştî difikirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 15

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiye û rejîma Sûriyê derbarê YPGê de xwedî heman nêrînê ne û her du alî jî yekparçeyiya Sûriyê diparêzin.

    Çavuşoglu di bernameya televizyona TGRT ya Tirkiyê de, derbarê rewşa Sûriyê, pêwendiyên bi hikûmeta Sûriyê re, pêvajoya Astanayê û YPGê de daxuyanî dan.

    'HEVDÎTINÊN ASTANAYÊ BERDEWAM DIKIN'

    Wezîrê tirk diyar kir ku hevdîtinên Astanayê yên ji bo diyarkirina çarenivîsa Sûriyê berdewam dikin û da zanîn, Tirkiyê pêşniyar kiriye hevdîtinên meha Adara 2018an ên ku li Rûsyayê birêve diçin di asta wezîran de pêk werin.

    'HÎN TÊKILIYA ME YA DÎPLOMATÎK BI SÛRIYÊ RE NÎNE'

    Çavuşoglu li ser pirsekê got ku hîn pêwendiyeke wan a dîplomatîk bi ‘rejîma Sûriyê' re nîne û derbarê operasyona dijî Efrînê de da xuyakirin, "Em ji bo rejîmê ne gef in, lê divê rejîm jî demildest binpêkirinên li Xuta û Idlibê bidawî bîne ku em bikarin derbasî pêvajoya siyasî bibin."

    'YPG NE JI BO ME TENÊ, JI BO SÛRIYÊ JÎ GEF E'

    Çavuşoglu derbarê YPGê de jî got, "Bi ya min, em derbarê YPGê de cuda nafikirin.Yanî rejîma Sûriyê jî bi me re heman tiştî difikire ku YPG rêxistineke terorî ya ku dixwaze welat parçe bike ye. Çima ku têkiliyên me tunene, hewce nake em di mijareke wiha de cuda bifikirin. Lewra gefa YPGê ne tenê ji bo me ye, li ser dahatuya Sûriyeyê ye jî."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li Qesra Serokkomartiyê civîna ewlehiyê hat li darxistin
    Komisyona hilbijartinên Iraqê Helebce ji parêzgehbûnê derxist
    Ji doza rêveberê DAIŞê yê Tirkiyê 3 kes hatin berdan
    Ebadî vekişîna beşek ji leşkerên amerîkî piştrast kir
    ‘Mueyîdeyên Amerîka û YEyê li ser Gazpromê ji sedî yek bandorê li hilberîna wê dike'
    Xebatkarê Bitcoinê, ji Bitcoinê milyonek û 300 hezar lîre dizî
    Hunermendê kurd Ebas Ehmed li ser Efrînê klîbek amade kir
    Etîketan:
    YPG, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de