15:02 22 Gulan 2018
    Polîs, serdegirtin, binçavkirin

    Muzîka kurdî bû sedema mohrkirina çayxaneyê

    © REUTERS / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Li navçeya Karaçoban a bajarê Erzeromê çayxaneyek bi hinceta ku muzîka kurdî lê hatiye guhdarîkirin, hat mohrkirin.

    Li gor agahiyan 6ê Sibatê zabiteyên şaredariyê û polîsan bi ser çayxaneyeke li navçeya Karaçoban a bajarê Erzeromê de girtine û ew bi hinceta ku stranên kurdî dide guhdarîkirin mohr kirine.

    ÇAYXANE WEK BUROYA HILBIJARTINÊN 7Ê HEZÎRANÊ HATIBÛ BIKARANÎN

    Hat zanîn ku çayxaneya hatiye mohrkirin di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de, wekî buroya HDPê ya hilbijartinê hatiye bikaranîn û niha jî şaredariya navçeya Karaçoban ji aliyê qeyûm ve tê birêvekirin.

    Di biryara mohrkirinê ya bi çayxaneyê ve hatiye daliqandin de tê gotin, sedema mohrkirinê; nîşandana fîlm û vîdyoyên li dijî yekparçeyîya welat, milet û çêkirina xetera li ser ewlekariyê û dijî destûra Tirkiyê.

    Bi heman mijarî:

    Hunermendê kurd Ebas Ehmed li ser Efrînê klîbek amade kir
    Welatiyê ku dixwest xwe bikuje çayê, şekir, rûn û bileteke otobêsê xwest
    SDU û SPD: Bila pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bê sekinandin
    Li Taywanê bi pileya 6.4an erdhej çêbû: Otelek hilweşiya
    Rûhanî: Operasyona li dijî Efrînê nafîle ye, divê demildest raweste
    Haşdî Şabî gef li Amerîkayê xwar: Eger hûn ji Iraqê derneyên emê bi we re şer bikin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de