21:50 25 Gulan 2018
Stenbol - Polîs - Emniyet - Asayîş

Welatiyê ku dixwest xwe bikuje çayê, şekir, rûn û bileteke otobêsê xwest

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Welatiyekî bi navê Ibrahîm A. ji bo xwe bikûje li navçeya Stenbolê Bakirkoyê derkete ser banê avahiyeke 5 qetî. Ibrahim A. ji polêsên ku bo muzakereyan hatibûn çay, şekir, rûn û bileteke Karabukê xwest.

Welatiyê bi navê Ibrahim A.yê simîdfiroş ê ku çend caran din jî hewil dabû xwe bikûje vê carê derkete ser banê avahiyeke 5 qetî li Bakirkoyê. Ibrahim A. ji polêsên ku bo muzakereyê hatbibûn daxwezên balkêş kirin. Ibrahim A. ji polêsên ku bo muzakereyê hatibûn çayê, şekir, rûn û bileteke Karabukê xwest.

Li ser giliyê welatiyan gelek tîmên ewlehî, tenduristî û îtfaiyeyê bo herêmê hatin hinartin. Ji ber hewildana xwekujiyê rêya ber bi Bakirkoyê ve bi qasî 2 saetan girtî ma. Welatiyê ku dem bi dem xwe daqûlî xwarê dikir, şêniyên taxê tirsandin.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku di dema hewildana întîxarê gelek welatiyan weşana zindî kir. Piştî qanîkirina welatî bo îfadeyê ew birine navenda polêsan.

Bi heman mijarî:

Li Stenbolê qezaya metrobusê: 22 kes birîndar bûn
Li Stenbolê li dijî milîtanên DAIŞê operasyon
Lavrov derbarê muxalifên li Stenbolê ku beşdarî Kongreya Soçiyê nebûn daxuyaniyek da
Zanîngeha Stenbolê Serokê TTBê bo sê mehan ji kar bi dûr xist
Li Stenbolê 9 kes ji ber parvekirinên Efrînê hatin girtin
Etîketan:
hhewildana xwekujiyê, Ibrahim A, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de