02:26 20 Nîsan 2018
    ferhat Encu

    Parlementeriya Encu hate betalkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Hate ragihandin ku parlementeriya parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu hate betalkirin.

    Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku li Girtîgeha Kandirayê tîpa Fyê dimîne, piştî ku cezayê wî li dadgeha îstînafê 19ê Cotmehê hatibû hat erêkirin, îro ji bo betalkirina parlementeriya wî li parlemenê tezkereya wî hat xwendin. Paşê parlementeriya Encu hat betlakirin.

    Bi hinceta "reşkirina leşkeriyê li ber çavê xelkê, propagandaya rêxistinê, tehrîkkirina xelkê ber bi kîn û dijminatiyê, têketina herêmên leşkerî yên qedexekirî, hewildana ji bo kuştina peywirdarekî hikûmetê" li dijî Parlementerê HDPê Ferhat Encu doz hatibû vekirin.

    Hêjayî gotinê ye ku berê parlementeriya parlementerên HDPê Figen Yuksekdag, Bursel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Tugba Hazer Ozturk, Besime Konca û Leyla Zana jî hatibû betlakirin.

    Bi heman mijarî:

    Veli Encu: Em tenê edaletê dixwazin
    Dozger di doza Ferhat Encu de bi awayekî der qanûnî serî li temyîzê da
    Ji parlamentarê HDPê Encu re 4 sal û 7 meh ceza hat birîn
    Dîmenên dema girtina Ferhat Encu derketin holê
    Etîketan:
    Betalkirina parlementeriyê, parlementerî, Sizadan, Ferhat encu, Kandira, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de