05:52 22 Nîsan 2018
    Serokê Giştî yê DBPê Mehmet Ali Arslan

    Hevserokê DBPê Mehmet Ali Arslan li Amedê hate binçavkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 01

    Piştî 2emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê Hevserokê (DBP) Mehmet Ali Arslan li ber avahîya navenda DBPya Amedê ji ber hevpeyvîn û parvekirinên xwe yên derbarê Efrînê de hat binçavkirin.

    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Ali Aslan di axaftina xwe ya îro ya  2emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê de operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rexne kiribû û gotibû "Êrişa û dagirkirina Efrînê, li dijî xwebirêveberina kurdan e. Efrîn dilê kurd û Kurdistanê ye."

    Li gorî agahiya hat bi destxistin Arslan, ji ber hevpeyvîna xwe ya rojnameya Evrenselê û parvekirinên li ser medyaya civakî yên têkildarî Efrînê hatîye binçavkirin. Polisan Aslan birin TEMa Midurîyeta Ewlehiyê a Amedê.

    Arslan her wiha gotibû ku: "Ez berxedana Efrînê silav dikim. Li Tirkiyeyê û çar parçeyên Kurdistanê bi deh salane bedelên giran hatin dayîn û em hatin îro. Êrişa li Efrînê, dagirkirin û êrişa li dijî xwebirêveberina kurdan e. Dema ku kurd bi ser dikevin faşist dixwazin hêviyên kurdan bi fetisînin. Gelê kurd qet dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernedin. AKP jî bi çeteyên û komkujîyan nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Li her çar parçeyên Kurdistanê û hemu cîhanê dilê me bi Efrînê re ye. Em dagirkirina Efrînê qebul nakin. AKP şaredariyên ku bi hilbijartinan bi dest nexist bi tayîn kirina qeyûman dest danî ser. Bê tehamulîya li dijî xwebirevebirina kurdan li rêveberiyên faşist heye. Kurd dê li hemu parçeyan xwe rêvebivin. Heger kurd yekitîya xwe ava bikin dê pirsgirêk rehet werin çareser kirin."

     

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê û Batmanê siyasetmedar û rêveberên HDP û BDPê hatin desteserkirin
    Hevserokên HDP û BDPê yên şaxa bajarê Erdexanê hatin binçavkirin
    Hevşaredarê BDPê yê Amedê serbest hat berdan
    Serokê berê yê BDPê yê Navçeya Westanê Arslan hat girtin
    Etîketan:
    Binçavkirin, Mehmet Ali Arslan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de