02:39 28 Gulan 2018
Devlet Bahçeli

Nevşin Mengu bersiv da gotinên Bahçeli yên derbarê Efrînê de

© Foto : Mehmet Ali Ozcan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Pêşekeşvana CNN Turkê ya berê Nevşîn Mengu bi twita Bahçeli ve ket rojevê. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli di civîna partiya xwe ya heftane de bilêv kir ku hewce bike wê biçe Efrînê. Pêşkeşvana navdar li ser gotinên Bahçeli twitek parve kir û got: ‘‘Maşallah, di gotinê de herkes di sefên pêş de cih digrîn''

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ya Tirkiyeyê Devlet Bahçeli di civîna partiya xwe de derbarê operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya dijî Efrînê de axivî. Bahçeliyê di civîna heftane got: "Hewce bike ez ê biçim Efrînê û wek gurê boz canê xwe bidim." Bahçeli bi gefxwarinan axaftina domand.

Nevşin Mengu wek ku bersivekê bi de Devlet Bahçeli twitek parve kir û bi twita xwe ket rojevê. Mengu di twita xwe de got: ‘‘Maşallah, di gotinê de herkes di sefên pêş de cih digrîn.'' Twita Nevşin Mengu di demek kin de ji aliyê gelek kesan ve hat retweetkirin.

Bi heman mijarî:

Bahçeli: Hewce bike ez ê biçim Efrînê
Bahçeli: Em bê şerefan nas dikin û bila lingê xwe li gor xwe dirêj bikin
Devlet Bahçeli: Di hilbijartina serokomariyê de em alîkarê Erdogan in
‘Bahçeli AKPê tehdîd dike'
Etîketan:
Civîn, Twit, Devlet Bahçeli, Nevşin Mengu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de