18:41 20 Gulan 2018
    Alên Amerîka û Tirkiyeyê

    'Li Tirkiyeyê dijberiya Amerîkayê zêde, dijberiya Rûsyayê kêm bû'

    © REUTERS / Darren Ornitz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî anketên lêkolîn û şêwirmendiyê beşeke mezin a beşdaran xwe weke ‘dijberê Amerîkayê' dibîne. Ji beşdaran 62.1 %ê nêzîkatiya Rûsya û Tirkiyeyê ‘erênî' dibîne.

    Şîrketa lêkolîn û lêpirsînan a OPTIMARê li 26 bajarên Tirkiyeyê bi hezar 508 kesan re anketek kir. Li ser pirsa şirketa anketana a Optimarê a ‘hun xwe dijberê Amerîkayê dibînin?' ji beşdaran 71.9 ji sedî xwe weke ‘dijberê Amerîkayê' binav kir. 22.7 ji sedî bersiva ‘bi qismî dijberê Amerîkayê me' 5.4 ji ‘ne dijberê Amerîkayê me' dan.

    Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) 58 ji sedê beşdaran sedema xurtbûna DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê piştgiriya Amerîka, Israîl û welatên Ewropayê dibînin.

    ‘BEŞDARÊN ANKETAN NÊZIKATIYA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ ERÊNÎ DIBÎNIN'

    Li ser pirsa hûn nêzîkatiya Rûsya û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?' 62.1ê beşdaran bi awayekî ‘erênî' nirxandin, 22 ji sedê beşdaran ‘neyînî' û 15.5ê beşdaran jî fikre xwe eşkere nekirin.

    ‘RÊJEYA DAXWAZA HEVKARIYA BI AMERÎKAYÊ KÊM DIBE, DAXWAZA HEVKARIYA BI RÛSYAYÊ Û ÇÎNÊ RE ZÊDE DIBE'

    Li gorî midûrê giştî yê şirketa lêkolîn û lêpirsînan Optimarê Hilmi Daşdemir

    "Dijberiya Amerîkayê li Tirkiyeyê di asta herî jor de ye. Li gorî amarên anketê Têkiliyên Amerîka û Rûsyayê di rewşa nîgeraniyê de ne. Di vê yekê de bandora FETO/PDY jî heye. Bo nimûne di sala 2016an li 25 bajarên Tirkiyeyê rû bi rû me anketek kir û me pirsî gelo li pişt hewildana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê kî heye? 36.9ê beşdaran bersiva FETOyê da. Herwiha 25.2ê beşdaran bersiva FETO-Amerîka, 2.3ê beşdaran got di vê mijarê de fikrekî min tune ye û 29.2ê beşdaran jî bersiv neda. Li ser pirsa ‘di polîtîkayên derve de bi ya divê Tirkiye bi kîjan welatan re hereket bike?' di sala 2015an de 23.1ê beşdaran bersiva Amerîkayê dabû, îro ev rêje daketiye 13.6an. Her ku diçe daxwaza hevkariya Amerîkayê dikeve û ji hêla din ve jî daxwaza hevkariya bi Rûsyayê û Çînê re zêde dibe."

    Bi heman mijarî:

    ‘Êriş û dagirkirina Efrinê li dijî destkeftiyên kurdan e'
    Kiliçdaroglu: Divê em bi Esad re peywendiyê deynin
    Rûhanî: Berdewamiya rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye
    YPJê nûçeyên medyaya Tirkiyeyê red kirin: Me moşek neavêtine Tirkiyeyê
    Artêşê 16 bajarok ji destê rêxistinê rizgar kirin
    Etîketan:
    Nêzîkatiya Rûsya û Tirkiyeyê, Dijberî, Anket, hevkarî, Ameîka, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de