17:34 22 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Divê em bi Esad re peywendiyê deynin

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji bo çareseriya kêşeyê ya li Sûriyeyê bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re peywendiyê deyne.

    Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro di civîna partiya xwe de axivî û got, "Ger em dixwazin bi awayekî rasteqîn li Sûriyeyê bibin xwedî gotin, ger em dixwazin piştî bidawîbûna bûyeran bibin aktorên rasteqîn, divê em bi Esad re peywendiyê deynin.Em jî bi qasî wan yekrêziya axa Sûriyeyê diparêzin. Em ê bi kê re pêk bînin. Xwediyê Sûriyeyê diyar e."

    Kiliçdaroglu derbarê mijarê de ban gli hikûmeta AKPê ya Tirkiyeyê kir û wisa berdewam kir, "Beriya ku cong werin vedan ji îro ve hevalên xwe peywirdar bikin, bila biçin û peywendiyê deynin. Ev yek dê him xizmeta me bike, him jî xizmeta Sûriyeyê bike. Te digor hikûmeta navendî ya Iraqê ne mixatabê me ye lê paşê te çû li ber cong vedan."

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Berdewamiya rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye
    Bahçeli: Hewce bike ez ê biçim Efrînê
    Bajarê Kurdistanê di nava 3 seetan de 20 caran hejiya
    "Dîmenên êşkencekirina sivîlekî ji aliyê leşkerên tirk ve hatin weşandin"
    Erdogan: Operasyona Efrînê wê bi Idlîbê dewam bike
    Etîketan:
    peywendî, Serokê Dewleta Sûriyeyê, Serokê Giştî yê CHPê, Beşar Esad, Kemal Kiliçdaroglu, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de