07:38 24 Nîsan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Dadgehê daxwaza girtina polisê kujerê Kurkut carek din red kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Dadgehê îtîraza li dijî serbestberdana polîsê kujer Y.Ş. ê ku Kemal Kurkut di Newroza Amedê ya du sal berê de kuştibû carek din red kir.

    Di 21ê Adara 2017an de li Newroza Amedê polês Y.Ş. xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut gulebaran kiribû û ew kuştibû. Kujer Y.Ş. ji sûcê "Kuştina bi qestî ya muhtemel" bi cezayê muebetê dihat darizandin û biryara serbest bê darizandin hatibû dayîn. Îtîraza li dijî biryara serbest darizandina Y.Ş. piştî 2 mehan gihîşt encamê. Di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 7emîn ku hat dîtin, parêzerên Kurkut xwestibûn kujer Y.Ş. girtî bê darizandin. Dozgerê dozê jî mutala xwe dabû û daxwaza girtina polês kiribû. Lê heyeta dadgehê ku li dozê dinêre daxwaza girtina polîsê bersûc red kir.

    Li ser vê yekê perêzerê malbata Kurkut, Reyhan Yalçindag Baydemîr li dijî biryarê îtîrazê bir Dadgeha Bilind a Cezayê Giran Amedê ya 8emîn. Li gel îtîrazan jî heyeta dadgehê bi hincetên "Li gorî qanûn û qayde ye" û "Di biryarê de tu bêîsabetî nayê dîtin" daxwaza girtina polês red kir.

    Bi heman mijarî:

    Polîsê ku Kemal Kurkut kuşt vegeriyaye ser wezîfeya xwe
    Hawara dayika Kurkut: Ti sûcê wî tune bû, we çi ji Kemalê min çi xwest
    Dozger xwest ku kujerê Kurkut were girtin, dadgehê qebûl nekir
    Polisê kujerê Kemal Kurkut sibe derdikeve pêşberî dadgehê
    Etîketan:
    serbestberdan, Darizandin, Dadgeh, Kemal Kurkut, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de