07:55 20 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Operasyona Efrînê wê bi Idlîbê dewam bike

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê nirxand û ragihand ku wê operasyon bi Idlîbê dewam bike.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê nirxand û got: "Operasyona Şaxê Zeytûnê bi serfirazî dewam dike. Ti kes nikare me tehdîd bike. Wê di nêzîk de hêza Tirkiyeyê fêhm bikin. Êdî wê her kes hisabê me bike."

    Recep Tayyip Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di mijara operasyonê de em tawîzê nadin û operasyon wê bi Idlîbê dewam bike. Ji me dipirsin dibêjin ‘ma hûnê kengî bi dawî bikin?' Ez jî ji wan dipirsim hûn kengî operasyonên xwe yên Iraq û Afganistanê bi dawî dikin? Ji bo Minbicê em teslîmî xwediyê wê bikin em ê herin, ferqa me ev e."

    Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heta niha Amerîkayê 5 hezar tir û 2 hezar balafir çek şandine. Ti çima dişîne? Eger planeke we li hemberî Tirkiye û Îranê tinebe naxwe planeke we li hemberî Rûsyayê heye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ez ji ankêtan bawer nakim
    Erdogan: Li ser milê ASAyê ala Tirk, li ser milê YPGê ala Amerîkayê heye
    Erdogan: Em ê ji bo 3.5 milyon Sûriyeyiyan li vir û nav Sûriyê xaniyên mayînde çêkin
    Erdogan bi Pûtîn re mijara Soçî û Idlibê axivî
    Mijara civîna Erdogan û Davutoglu eşkere bû
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de