17:17 24 Nîsan 2018
    Ambulans

    Li dibistaneke bajarê Izmirê teqîn pêk hat: Mirî û birîndar hene

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Gaziemirê ya bajarê Izmirê li Dibistana Seretayî ya Abdulhamithan ya li taxa Sarniçê ji ber teqîna xazê kesekî jiyana xwe ji dest, 4 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên pêşîn ji ber teqîna xazê şewat jî derketiye lê zêde ne şewateke mezin bû.

    Herwisa di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn û ew birîndar rakirin nexweşxaneyê.

    Midurê Perwerdehiya Bajêr Omer Yahşi got, "Li dibistanê di qazana xazê de teqînek pêk hat, çend birîndarên me hene. Xwendekarên me hatin tehliyekirin."

    Bi heman mijarî:

    Li febrîqeya fîşekên hewayî teqîn pêk hat: 2 kes mirin
    Li Amedê teqîn pêk hat
    Li avahiyeke Belçîkayê teqîn: 5 birîndar
    Li Edeneyê nêzîkî qereqola polîsan teqîn
    Li Şirnexê di kontrola rê de teqîn: Leşkerek hat kuştin
    Etîketan:
    mirî û birîndar, teqîn, Midurê Perwerdehiyê yê bajarê Izmirê, Omer Yahşi, Izmir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de