22:02 19 Nîsan 2018
    Devlet Bahçeli

    Bahçeli: Hewce bike ez ê biçim Efrînê

    © AFP 2018 / Adem Altan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 01

    Serokê Giştî yê Partiya Tevgerê ya Neteweperest (MHP) ya Tirkiyeyê Devlet Bahçeli ji ber daxuyaniya TTBê ya ji bo şerê li Efrînê, TTB wekî ‘xaînê welêt' bi nav kir. Bahçeli îdia kir ku CHP dixwaze PYDê derxînê temîziyê. Bahçeli got, "Hewce bike ez ê biçim Efrînê û canê xwe bidim."

    Serokê Giştî yê Partiya Tevgerê ya Neteweperest (MHP) ya Tirkiyeyê Devlet Bahçeli di axaftina xwe ya civîna partiya xwe de ji ber daxuyaniya ‘Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e' rexneyên tund li Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) girt û ev tişt gotin, "TTB dijminên tirkan e. Dijmin û rûreşiya bijîşkiyê ye. Divê deriyê wê were girtin. Divê tavilê û bi awayekî lezgîn derbarê wê de karûbarên hiqûqî û yasayî werin kirin û deriyê wê were kilîtkirin."

    Bahçeli got, "Ger dema wê were ez ê jî wekî Bozkurtekî (Gurê Boz) di refên herî pêşiyê de biçim Efrînê û hewce bike ez ê ji bo vî welatî, ji bo vî miletî canê xwe ji dil bidim."

    Herwisa Bahçeli parast ku leşkerên tirk di şerê Efrînê de ji bo zirar negihêje sivîlan hewldaneke mezin dide û got, "Ev operasyon ji bo ewlehiya me ya neteweyî hat plankirin."

    Devlet Bahçelî di axaftina xwe de rexne li Partiya Gel ya Komarê kir û îdia kir ku CHP dixwaze PYDê derxîne temîziyê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê CHPê: Nabe kurd û elewî werin yêndinkirin
    Hevseroka HDPê hat desteserkirin
    Ji bo YPGê alîkariya Belçîkayê
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Serokê Giştî yê MHPê, CHP, PYD, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de