02:28 25 Gulan 2018
    Recep Tayip Erdogan

    Erdogan: Li ser milê ASAyê ala Tirk, li ser milê YPGê ala Amerîkayê heye

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan li dijî rexneyên li ser Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) derket û got, "Artêşa Sûriyeya Azad ligel kê ye? Bi Mihemedê min re ye. Li ser milê wan çi heye? Ala Tirk heye. Li ser milê PYDê çi heye? Ala Amerîkayê heye."

    Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan di kongreya AKPê ya li Êlihê de axivî û li ser şerê li Efrînê ev tişt gotin:

    "Li hemberî me ye, welatên Rojavayî hene. Hûn lê dinerin PYD, YPG Û PKK yên bi çekên Amerîkayê hene. Ev terorîst in. Hûn dibînin bi qestî dibêjin kurd filan, hemû derew in. Ev ne nûnerên birayên me yên kurdan e."

    Erdogan parast ku li ser milê ASAyê ala Tirkiyeyê, li ser milê şervanên YPGê jî ala Amerîkayê heye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk: Li Efrînê di êrîşa li dijî tankê de 5 leşkerên me jiyana xwe ji dest da
    Kiliçdaroglu banga pêwendiya bi Esed re kir û silav ji leşkerên şerê Efrînê dikin re şand
    100 navdaran ji bo Efrînê name ji Merkelê re şandin û banga piştgiriya Efrînê kirin
    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Etîketan:
    ASA, YPG, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayip Erdogan, Êlih
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de