07:35 20 Nîsan 2018
    Efrîn - operasyona Tirkiyê

    ‘Bi pereyên kedkaran şer tên kirin'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê DÎSKê Kani Beko derbarê operasyona dijî Efrînê de ramanên xwe anî ziman: Pereyên ku di şert û mercên şer de tên xerckirin ji bêrîka kedkaran derdikeve.

    Serokê Giştî yê DÎSKê Kani Beko ji ajansa mezopotamyayê re axivî û derbarê daxuyaniya Yekîtiya Tabîbên Tirk ya li dijî operasyona Efrînê ya Tirkiyeyê û binçavkirinan de wiha got: Daxuyaniya TTB min jî xwend, daxwaza hekîman bitenê ew e ku mirovan bidin jiyandin. Divê ev daxuyanî wek azadiya raman bê nirxandin û hemû hekîmên ku hatine binçavkirin bên serbestberdan. Beko derbarê operasyona Efrînê de jî wiha domand: Li Rojhilata Navîn û welatê me bi zêdeyî xwîna xûşk û birayan hat rijandin. Ez êdî li vî welatî aştî û biratiyê dixwazim.

    Serokê Giştî yê DÎSKê Kani Beko bilêv kir ku her çar partiyên li parlementoyê bila bên ba hev û divê teqez ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibîne. Kanî Beko her wiha li ser pereyên ku di şeran de tê xerckirin jî got: Di şert û mercên şeran de pere cardin ji bêrîka kedkaran derdikeve.

    Bi heman mijarî:

    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Etîketan:
    Tabîb, Şer, TTB, Efrîn, Kanî Beko, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de