17:04 25 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê - leşkerên tirk

    Êrîş li dijî qereqola artêşa tirk: leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hat ragihandin ku şervanên YPGê bi ser qereqola leşkerên tirk ên li ser sînorên Sûriyeyê de êrîş pêk anî. Di encama êrîşê de leşkerek mir û 5 leşkerên tirk birîndar bûne.

    Li gorî agahiyên rojnameya tirk ya bi navê Hurriyetê bûyer îro di nêzikî saet 14.00an de qewimî.

    Şervanên YPGê bi tankparêzan li dijî qereqola artêşa tirk ya li bajarê Kilîsê yê li ser sînorê Sûriyeyê êrîş pêk anî. Di encama êrîşê de leşkerekî artêşa tirk mir û yek jê giran bi tevahî 5 leşker jî birîndar bûn.

    Leşkerên tirk bi ambûlansa ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin şandin.

    Ligel vê yekê Artêşa Tirk daxuyand ku leşkerekî wan jî îro di şerê li Efrînê de miriye.

    Bi heman mijarî:

    3 partiyên Tirkmenan piştgiriyê nadin êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Leşker jî di nav kuştî û birîndar hene
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: 2 leşker hatin kuştin
    HSD: Ji ber êrîşên artêşa tirk xelkê Efrînê di şikeftan de dijîn
    Press TVya Îranê: Leşkerên tirk li sînorê Efrînê êrîşî tîma me kir
    Etîketan:
    êrîş, leşkerên tirk, birîndar, YPG, Kilîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de