01:04 26 Nîsan 2018
    Leşkerên Amerîkayê li Sûriyê perwerdeya leşkerî didin YPG/HSDê

    Çavuşoglu: 'Piştgiriya Amerîka ya bo YPGê şirîkatiya me ya berdewamî jehrî dike'

    © REUTERS / Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîneke digel kovara ‘Ottawa Life Magazine’ a Kanadayê de li ser pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê yên bi Tirkiyê re daxuyanî dan.

    Çavuşoglu bal kişand ser pêwendiyên wan ên bi Rûsyayê re û got, "Hinek derdor dibêjin, em ji têkiliyên Rûsya-Tirkiyê bifikar in. Ev bêbingeh in. Têkiliya me û Rûsya û ya hevpeymanên me, ne dijberên hevdu ne. Li şûna wê hevdu temam dikin."

    Wezîrê tirk li ser têkiliya bi Amerîkayê re jî bal kişand ser ku Amerîka piştgiriyê dide YPGê û herwiha endamên FETOyê jî dehewîne û wiha pê de çû:

    "Em û Amerîkayê hinek mijarên wekî, alîkariya PYD/YPGê û hebûna FETOyê li welatê wan, xwedî nêrînên cuda. Piştgiriya artêşa Amerîkayê ya bo YPGê ne tenê gefeke li ser ewlekariya me, herwiha şirîkatiya me ya berdewam jî jehrî dike."

    Bi heman mijarî:

    3 xortên piştgirên Efrînê bi guleyan birîndar bûn, lê asayîşa Kurdistanê teqe red kir
    Spûtnîkê belgeya erebkirina navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê bi dest xist
    TFF: Denîz Nakî hîn jî futbolîzê tescîlkirî yê Amed Sporê ye
    Li Dallasê êrîşên ser Efrînê hatin protesto kirin
    510 parêzeran danezanek weşand: Ji şer re na, aştî aniha!
    Li Japonyayê robotek bi hev re 5 qehweyan amade dike
    Etîketan:
    tirkiye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de