05:50 20 Nîsan 2018
    Adalet Mitingi

    510 parêzeran danezanek weşand: Ji şer re na, aştî aniha!

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    510 parêzerên ji gelek bajarên Tirkiyê piştgirî dan daxuyaniya Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê (TTB) ku li dijî şerê Efrînê derketibû û gotin, divê hemû dijberên şer demildest bên berdan.

    Parêzeran di danezana xwe ya ku ji îmzeyan re vekirine de, ragihandin ku girtin û binçavkirina kesên li dijî şer derdikevin, li dijî destûrê û peymanên navnetewî ye.

    ‘EM WEK PARÊZER HIŞYARIYÊ DIDIN'

    Di daxuyaniya ku bi sernavê ‘Em wek parêzer hişyariyê didin' de, şer wekî binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan hat ravekirin û hat diyarkirin ku ligel rûxanê hesta edaletê jî têk dibe.

    'BERSIVA ŞER JIYANEKE DADWERÎ, WEKHEVÎ Û AŞTIYANE YE'

    Parêzeran destnîşan kir ku wan ji bo parastina mafên mirovan sond xwariye û ew vê wek erka xwe ya yekemîn dibînin û dibêjin, "Rêya bergiriya bi şer re, avakirina jiyaneke bi edalet, wekhevî, demokratî û aştiyane ye."

    Daxuyaniya parêzerên Tirkiyê bi bangewaziya ''Ji şer re na, aştî aniha" bi dawî dibe û ji bo kesên îmzeyê bidin wê daxuyaniyê jî ev maîla 'Avukatlarbarisistiyor@gmail.com' hatiye danîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Japonyayê robotek bi hev re 5 qehweyan amade dike
    Di bombardimana ser Efrînê de ermeniyek jî hat kuştin
    Mişkên bi pênceşêrê hatin tedawî kirin
    Li 5 bajaran binçavkirinên Efrînê û dijatiya şer
    Walîtiyê teqîna Enqereyê xist stuyê PYDê: Gumanbar ji nav YPGê hatiye
    Jovanoviç: Dê organizasyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an bêhempa be
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de