02:42 28 Gulan 2018
Polîs - binçavkirin

Li 5 bajaran binçavkirinên Efrînê û dijatiya şer

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 0 0

Li Tirkiyê binçavkirin û girtina kes û derdorên nerazîbûna xwe ji operasyona dijî Efrînê re nîşan dane berdewam dike.

Kesên ku daxuyaniya Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê (TTB) li ser medya civakî parve kirine têne binçavkirin.

TBB li dijî şer derketibû û bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ‘Şer kêşeyeke tenduristiya gel e." Piştî wê daxuyaniyê gelek rêveber û endamên TTBê hatibûn girtin.

Herwiha kesên piştgirî dan belavoka TTBê jî têne binçavkirin û herî dawî 2yê Sibatê di operasyonên li bajarên Enqere, Bursa, Îzmîr, Batman û Sêrtê de, 23 kes bi hinceta parvekirinên Efrînê û piştgiriya daxuyaniya TTBê hatin binçavkirin.

Li Enqerê şêwirmenda Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag, Songul Akbay û çend kesên din hatin binçavkirin.

Li bajarê Bursa û Îzmîrê jî bi hinceta piştgiriya TTBê, ji sazî û komeleyên sivîl gelek kes hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê Gerînendeyê rojnameya ÎzGazete Umit Kartal jî bi hinceta parvekirinên xwe yên dijatiya şer dike hat binçavkirin.

Dîsa li Batmanê 3 rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin binçavkirin.

Di operasyona binçavkirinan a 2yê Sibatê de li Sêrtê jî Cîgirê Hevserokê Rêxistina Bajêr ê HDPê Zekî Celepkulu hat binçavkirin ku sedema binçavkirinê jî nehat zanîn.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Walîtiyê teqîna Enqereyê xist stuyê PYDê: Gumanbar ji nav YPGê hatiye
Jovanoviç: Dê organizasyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an bêhempa be
‘Kurdan li Sûriye barê têkoşîna hêzên mezin ên dinyayê hilgirtiye’
Mattis: Em li ser Minbicê bi Tirkiyê re axivîn, lê nabe naverokê eşkere bikim
YPGê hejmara windahiyên xwe yên di şerê Efrînê de ragihand
Etîketan:
Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de