04:57 21 Nîsan 2018
    Guvenpark - Enqere - Enqereyê

    Walîtiyê teqîna Enqereyê xist stuyê PYDê: Gumanbar ji nav YPGê hatiye

    © Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Walîtiya Enqereyê derbarê teqîna ku doh di avahiya Saziya Bacê ya Tirkiyê de rû dabû daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya nivîskî de, hat gotin ku di lêkonînên piştî teqînê de delîlên sîstema bombeyê hatine dîtin.

    İtfaiye
    © Sputnik / Natalia Seliverstova
    Daxuyaniya walîtiyê wiha ye:

    "Di teqîna doh (1ê sibatê) saet 20.03an a li Çukurambarê rû daye de, di lêkolînên ewil de delîlên pergala bombeyî hatin tesbîtkirin. Teqîn bi pergala bombeyî pêk hatiye, di vî warî de delîl hene.

    Di encama xebata hevpar a Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Ewlehiya Enqereyê derket holê ku gumanbarekî mêr bi çenteyêkî tê gotin ku bombebarkirî ye, li ber deriye avahiyê keşfa cih kiriye.

    Li ser bûyerê li bajarê Tirkiyeyê Osmaniyeyê 2 kes, li Edenê 2 kes, li Şirnex û Mêrdînê jî 2 kes, bi tevahî 8 gumanbar hatin desteserkirin.

    Di dema serdegirtinê de kesek hat kuştin. Kesê ku hatiye kuştin Mêrdînî ye û 28 salî ye. Li gorî nirxandinên hêzên ewlehiyê kesê êrîşkar li Sûriyeyê di nava YPGê de perwerde bûye û bi rêyên derqanûnî hatiye Tirkiyê."

    Bi heman mijarî:

    Li Enqereyê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî gelek kes hatin binçavkirin
    Di teqîna Enqereyê de gumana sobotajê derket holê
    Li Enqereyê teqîneke mezin çêbû
    Li Enqereyê 15 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Teqîn, Daxuyanî, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de