06:24 27 Gulan 2018
Ala DAIŞê

‘Berpirsê çapemeniyê' yê DAIŞê li Koceliyê hat girtin

© Sputnik / Andrey Stenin
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

‘Berpirsê çapemeniyê' yê welatiyê Sûriyeyê Abdulbasit Abdulaziz Hammud li bajarê Tirkiyeyê bi operasyona cendermeyan hat desteserkirin. Heta ku DAIŞê wezîfe da Hammud li vê derê ‘veşartî' radiwestiya.

Fermandariya Cendermeyan a Koceliyê ‘Berpirsê çapemeniyê' yê welatiyê Sûriyeyê Abdulbasit Abdulaziz Hammud (22salî) ku çalakiyên rêxistina terorî tomar dikirin û belav dikirin bi operasyonekê desteser kir.

Berpirsê DAIŞê Hammud li maleke ku kire kiriye dima, di encamdana operasyonê de hat desteserkirin. Hat diyarkirin ku Hammud çar sal berê DAIŞê bûye ‘berpisê medyayê' ye û li ser navê rêxistinê çalaki û faliyetên DAIŞê tomar dikir û rêya înternetê belav dikir.

Hammudî piştî lêpirsîna wî ji terefê dadgehê ve hat girtin.

Bi heman mijarî:

HDP: Pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye
Ji bo Weqfa Furkanê ku serokê wê li dijî operasyona Efrînê derketibû, qeyûm hat tayînkirin
PDKî: Eyloyên Zagrosê operasyonek li dijî pasdarên Îranê pêk anî
Macron: Ez li paş gotinên xwe me
3 rêveberên TTBê bi şertê kontrola edlî hatin berdan
Etîketan:
Desteserkirin, DAIŞ, Abdulaziz Hammud, Koceli
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de