15:41 21 Gulan 2018
    Nûnerên Ewropa

    Yekîtiya Ewropa: Betalkirina biryara berdana Taner Kiliç, li hiqûqê darbe ye

    © AFP 2018 / Adem Altan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîtiya Ewropa, di derbarê girtina serokê beşa Tirkiyeyê ya Saziya Afûya Navteweyî Taner Kiliç de bertek nişanê Tirkiyê da.

    Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û nûnerê Komisyona Pêşveçûna Ewropayê Johannes Hahn daxuyaniyek hevpar parvekirin. Di daxuyaniyê de balê kişandin ser rewşa Taner Kılıç û rewşa Yekîneyên Tabîbên Tirk. Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku betalkirina berdana Taner Kiliç li hember hiqûqê derbe ye.

    Serokê beşa Tirkiyeyê ya Saziya Afûya Navteweyî Taner Kiliç di meha Pûşberê de çarçoveya doza Grava Mezin de hatibû girtin. Her çiqas tu sûcek li ser nehatibe isbatkirin jî nehat berdan. Kiliç herî dawiyê di 1ê mehê de derketibû mehkemê û biryara berdana wî hatibû dayîn, lê belê di heman deme de mehkemeyeke serdesttir lê îtirazê kir û cardin biryara berdewamiya girtina wî hat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Yek ne tê de hemû aktîvîstên Girava Mezin hatin berdan
    Sûriye: Ti bihaneya Tirkiyeyê tine ne ku axa me dagir bike
    Sûriye, wê yek ji wan mezintirîn navenda sporê temîr bike
    Sûriye: Me wesayîtên aydî Tirkiyeyê bi dest xist
    Sûriye: Helwesta DYAyê ya li hemberî protestoyên Îranê rewşa herêmê bêîstîkrar dike
    Etîketan:
    Kiliç, taner, Ewropa, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de