00:59 21 Nîsan 2018
    Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay

    HDP: Pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya Kongreya Giştî ya Asayî ya sêyem li Enqereyê bi şiara ‘Jin jiyan e, bi wêrekî em jiyanê diparêzin lidarxist." Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay mijarên rojevê nirxandin û got, "pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye."

    Serpil Kemalbay got, "Desthilata Erdogan û hevalbendên wî biryar dan ku gelên Tirkiyeyê bi faşizme birêve bibin. Çimkî rêyeke din nabînin. Daxwaza gel a demokrasiye û beşdarbûna rêveberiyê, daxwaza azadiyê dixwazin biçewisînin. Lewma dixwazin faşîzmê berdewam bikin. Lewra pêwistiya AKPê û rejîma Erdogan bi şer heye. Efrîn ji ber hinde dagirkirin. Germ em bêne girtin dê hevalên me şuna me bigirin."

    ‘HÊZÊN MEZIN DESTHILAT DAXWAZA GELÊ KURD A BI VÎ RENGÎ KIRIYE HEDEF JI XWE RE'

    Hevseroka HDPê Kemalbay da zanîn ku operasyona li dijî Efrînê rewa nîn e, "Dagirkirina Efrînê rewa nîn e. Efrîn di bin serweria Sûriyeyê de ye. Di dema şerê navxweyî gelê Efrînê jiyaneke demokratîk ava kirine. Hêzên mezin ên desthilat daxwaza gelê kurd a bi vî rengî kirine hedef ji xwe re."

    ‘VAN ROKETAN KÎ DIAVÊJE?'

    Kemalbay li ser roketên ku li Kilîsê dikevin, "Tê gotin ku van rojan roket li Kilîsê dikevin. Me xwişka xwe Fatma wenda kir di demek nêz de. Çek li ku derê biteqin bila biteqin, ger jiyana sivîlan li ku derê bibe HDPê li hemberî wê. Em hemû mirinê sivîlan şermezar dikin. Dibêjin ku roket ji Efrînê têne avêtin, rayedarên Efrînê dibêjin ku roketên me yên ewçend menzîldirêj tune ne. Van roketan kî diavêje, Fatma kî kuşt?"

    ‘EM WEKÛ HDPÊ EMÎN IN KU HETA DESTPÊKA ŞER JI EFRÎNÊ BO VÊ DERÊ YEK GULE NEHITIYE AVÊTIN'

    Kemalbay tapeyên berê dibîr anîn û amaje pê kir ku, "Rêxistina Fethullahî û desthilata Erdogan û AKPê pev çûn, wê deme hindek dengên tomarkirî (tape) hatibûne belavkirin û di wan de dihat gotin ku ‘eger şer pêwist bike em dê egera wê amade bikin. Em dê biçin wî alî û çend bombeyan biavêjin' Gelo sedema van roketan ku li Kilîsê dikevin ne ev be gelo? Gelo ne ji bo ku bi raya giştî bidin xuyakirin ku êrişî wan tê kirin ev roket dikevin? Em wekû HDPê emîn in ku heta destpêka şer ji Efrînê bo vê derê yek gule nehatiye avêtin. Menzîla van roketan çawa ewçend dirêj dibe? Ya rast menzîla derewan dirêj e, menzîla manipulasyonan dirêj e ne roketan."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê û Batmanê siyasetmedar û rêveberên HDP û BDPê hatin desteserkirin
    HDP: Doktoriyê û şuştina cenazeyan tevlîhev dikin
    HDP: Divê hemû gelên Tirkiyeyê li hember operasyonan derkevin
    HDP: Ger atmosfera şer dewam neke dê çawa OHALê berdewam bikin, dê çawa KHKyan bisepînin?
    Etîketan:
    Daxuyanî, Operasyona li dijî Efrîne, Serpil Kemalbay, Efrîn, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de