02:30 20 Nîsan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Ji bo Weqfa Furkanê ku serokê wê li dijî operasyona Efrînê derketibû, qeyûm hat tayînkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Ji bo Weqfa Furkanê ya ku serokê wê yê bi navê Alparslan Kuytul hatibû desteserkirin, qeyûm hat tayînkirin.

    Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve di 30ê Rêbendanê de li dijî Weqfa Perwerdehî û Xizmetê ya Furkanê operasyon hatibû lidarxistin û di encama wê de li gel serokê weqfê Alparslan Kuytul û rêveberên weqfê bi tevahî 25 kes hatibûn desteserkirin.

    Li gorî çapemeniya tirk ligel berdewamkirina lêpirsîna Kuytul û gumanbarên din, Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ji bo Weqfa Perwerdehî û Xizmetê ya Furkanê qeyûm tayîn kir.

    Walîtiya Edeneyê jî beriya rojekê daxuyandibû ku xebatên Weqfa Perwerdehî û Xizmetê ya Furkanê bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

    Serokê Weqfa Perwerdehî û Xizmetê ya Furkanê Alparslan Kuytul di daxuyaniyeke xwe de li dijî êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê derketibû û li ser vê yekê hatibû desteserkirin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Weqfa Furkanê ku serokê wê li dijî şerê Efrînê derketibû hat girtin
    Polîsan bi ser Weqfa Furkanê de jî girt: Weqf li dijî operasyona Efrînê derketibû
    Hevseroka Kantona Efrînê: Li Efrînê jiyan bi awayek normal didome
    CNN: Jiyana Efrînê êdî di bin erdê de ye
    Etîketan:
    qeyûm, tayînkirin, Serokê Weqfa Perwerdehî û Xizmetê ya Furkanê, Alparslan Kuytul, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de