18:31 20 Gulan 2018
    Dadgeh

    3 rêveberên TTBê bi şertê kontrola edlî hatin berdan

    © Sputnik / Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamên Konseya Navendê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Sinan Adiyaman, Şeyhmus Gokalp û Ayfer Horasan ku ev 3 roj bûn desteserkirî bûn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

    Serokê TTBê Raşit Tukel û 9 endamên Konseya Navendê piştî daxuyaniya ‘Şer pirsgirêkeke tenduristiya xelkê ye' ku derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê de hatibû dayîn, hatin desteserkirin û îfade dan.

    Li gorî nûçeya Gazete DuvaRê parêzerê TTBê Mustafa Guler got, "2 rêveberên me ji bo îfadedayînê tên rawestandin. Tê payîn ku karûbarên îfadedayîna endamên Konseyê din av rojê de temam bibin. Ji bo sewqkirina wan ya dozgeriyê ti astengî tune ye."

    Pêşiyê ji wan Sinan Adiyaman, Ayfer Horasan û Şeyhmus Gokalp sewqê dozgeriyê hatin kirin û piştî îfadedayînan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

    Karûbarên 8 bijîşkan li Şaxa TEMê ya Emniyeta Enqereyê berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Zanîngeha Stenbolê Serokê TTBê bo sê mehan ji kar bi dûr xist
    Parlamentera CHPê piştgirî da TTBê û li dijî êrîşên li ser Efrînê derket
    Endamên Konseya Navendî ya TTBê ji ber daxuyaniya Efrînê hatin desteserkirin
    Derbarê Konseya Navendî ya TTBê ku li dijî êrîşa Efrînê derketibû lêpirsîn hat destpêkirin
    Etîketan:
    berdan, Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Ayfer Horasan, Sinan Adiyaman, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de