07:30 24 Nîsan 2018
    Meral Daniş Beştaş

    Meral Daniş Beştaş ji Metîner re got: Tu rûreşê kurdan î

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Parlementerê AKPê Metîner di danişîna Parlementoyê de bi wekîla HDPê Meral Daniş Beştaş re ket devjeniyê.

    Di danaşîna parlementoyê de li ser berteka Yekîneya Tebîbên Tirk (TTB) ku li hember şer derketibûn, nîkaş hatin kirin. Li ser vê mijarê Parlementerê AKPê yê Stenbolê Mehmet Metîner TTBê rexnekir û got "ev li hemberderketina wan a şer ne wijdanî ye, ev teref girtin e". Metîner di derbarê operasyonê de jî îdia kir ku, ev operasyon tenê ne ji bo ewlehiya sînoran e herwiha rizgarkirina kurdên Sûriyê ye.

    Li ser van axaftinên Mehmet Metîner, parlementera HDPê yê Wanê Meral Daniş Beştaş Metîner qest kir û got "tu rûreşê kurdan î". Li

    ser vê gotinê Metîner xwest ku cardin bi axive lê seroka parlementoyê Perwîn Bûldan destûrê neda. Balkêş bû ku dema ev nakaşa hat kirin ji maxa AKPê kesekî piştgiriya Mehmet Metîner nekir. Metîner jî bi awayek sergirtî hevalên xwe rexne kir û got eger ku hûn piştgiriya hevalê nakin hûn çim ali vir rûdinên.

    Bi heman mijarî:

    Navê partiya Meral Akşener eşkere bû
    Meral Beştaş: Lêkolîna parlamentoyê bo tespîtkirina mexdûriyetên zimanê kurdî xwest
    'Divê Ahmet Turk û Meral Akşener bibin cîgirên Serokê Tirkiyeyê'
    Meral Beştaş: Dadgeha Bilind dê Demirtaş serbest berde
    Etîketan:
    devjenî, metiner, Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş, meral daniş beştaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de